Kemal Kerkûkî derbarê Koalîsyon û Heşdî Şabî de daxcûyanî da

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ragehand, Heşdî Şeibî dixwast xeletiyekê bike, lê hêzên hevpeyman ew hişyar kirin.

12.10.2017, Per - 09:16

Kemal Kerkûkî derbarê Koalîsyon û Heşdî Şabî de daxcûyanî da
Nuçe Belav bike

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî axaftina xwe ya ku K24'ê re kiriye da zanîn û ragehand: ‘’Şeva borî Heşdî Şeibî çekên giran li hember eniya rojavayê Kerkûkê danîbûn û hin hêz jî bo navçeya Beşîr rêkiribûn. Ji ber vê jî hêzên Pêşmerge li eniya Zerge di amadebaşiyê de bû. Berî wê jî em ji hemû astan de hatibûn agahdar kirin ku heşdî şeibî dixwaze xeletiyekê bike. Eger ew xeletî kiriban wê demê dê şereke mezin pêkbihata. Ji ber Pêşmerge amade nîne axa xwe ji bo wan bicîh bihêle û ji bo her rewşekê jî hêzên Pêşmerge amadeye û dê bersiva tund bide wan.’’

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê got: ‘’Ji duh ve balefirên hêzên hevpeyman di tevgerê de ne li hember gefên heşdî şeibî. Ez bawerim her wan bixwe ew hişyar kirine ku ti xeletiyan nekin. Ji ber ew naxwazin pirsgirêkek derbikeve. Ji ber vê jî Heşdî Şiebî heta naha bêdeng e û nekarin ti tiştekê bikin.’’

Kemal Kerkûkî got: ‘’Iraq dixwaze hemû navçe bikevin bin desthilata wan, lê ew rastî şokê hatin û pêwîste serxwe de bên. Heta têne ser heşê xwe jî emê bi aramî li gel wan danûstandinê bikin. Eger pirsgirêka wan li gel referandûmê heye, pêwîste bi dialog û guftûgo çareser bikin û rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigrin.’’

Kemal Kerkûkî got: ‘’Heşdî Şeibî li ser Pêşmerge balefirên bê balefirvan rakirin esman, lê piştî ji aliyê Pêşmerge ve bersiv ji wan re hate dayîn êdî rawestan.’’

Berî naha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi beyanameyekê plana hêzên Iraqê û Heşdî Şeibî aşkera kir, ku dixwastin li bakûr û rojavayê Kerkûkê û Mûsilê ve bên nav axa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî dagir bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 912 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:30:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x