Li Kerkûkê êriş li polîsan hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê gule li polîsên çalakiyên sivîl hatin reşandin.

28.12.2023, Per - 12:49

Li Kerkûkê êriş li polîsan hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de tê dîtin ku kesekî bi cil û bergên sivîl û rûye xwe nixûmandiye, li nav bazarê nêzîkî du polîsan dibe û guleyan direşîne.

Di encamê de polîsekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn ku yek ji wan jin e.

Êrişê li bazara Lengê ya Kerkûkê saet 11:16an rû da.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane Rûdawê, kesên gule berdane du ciwan in û bi Kurdî diaxivin.

Şahidekî got, “Kesekî çeka xwe derxist û rasterast gule berda serê polîs. Polîsek ket erdê. Yek ji birîndaran jin e.”

Rêvebirê Polîsên Kerkûkê daxuyanî da

Rêvebirê Polîsên Kerkûkê Kawa Xerîb jî li cihê bûyerê daxuyanî da û got:

“Li nav bazarê kesek ji paş ve nêzîk dibe û guleyan li du polîsan direşîne. Polîsekî canê xwe ji dest da.

Sedema êrişê hîn jî zelal nebûye lê lêpirsîna me ya derbarê bûyerê de berdewam dike.

Kesê ku li vî bajarî sûcekî bike nikare ji hiqûqê bireve. Xebatên me yên ji bo girtina tawanbar dewam dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:12:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x