Yapicioglu li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

26.04.2023, Çar - 13:06

Yapicioglu li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin kir
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglu ji bo hin hevdîtinan, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Yapiçioglu li bajarokê Selahedînê yê ser bi Hewlêrê ve ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an derbarê serdan û hevdîtina Yapiçioglu de ragihand, ku Serokê Giştî yê wê partiyê Zekeriya Yapicioglu serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk aniye.

Li gor daxuyaniya HUDA PARê, “Di hevdîtinê de ku di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û Iraqê de nêrîn hatin guherandin de, li ser pêşdebirina têkiliyên di navbera HUDA PAR û PDK'ê de lihevkirinek hat kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:46:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x