Îdlib: Tirkiyeyê hêzên nû şandin xalên leşkerî

Tirkiyeyê hêzên zêde şandine xal û baregehên xwe yên leşkerî yên li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê.

15.11.2023, Çar - 13:58

Îdlib: Tirkiyeyê hêzên nû şandin xalên leşkerî
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên xwecihî, karwanekî hêzên Tirkiyeyê ku ji bêhtirî 16 wesayîtên leşkerî pêk dihat di deriyê sînorî yê Kefer Losînê re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.

Ew karwanê wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi navçeya Teftenazê ve çûye ku çend xalên leşkerî yên Tirkiyeyê li wir hene.

Li gorî heman çavkaniyên xwecihî, di nav 2 hefteyan de ev duyemîn karwanê serbazî yê hêzên Tirkiyeyê ye ku derbasî parêzgeha Îdlibê dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x