Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) serokekî nû ji xwe re hilbijart. Amaje jî da, “Birêveçûna piroseya hilbijartina serokê nû yê ENKSê li bajarê Qamişloyê bû.”
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) duh (Pêncşem, 02.01.2025) Mihemed Îsmaîl li şûna Silêman Oso wekî serokê xwe yê nû hilbijart.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif di vî warî de ragehand, “Birêveçûna piroseya hilbijartina Mihemed Îsmaîl li bajarê Qamişloyê bû.”
Feysel Yûsif amaje jî da, “Hilbijartina Mihemed Îsmaîl piştî derbazbûna şeş mehan ji hilbijartina Silêman Oso tê, ku demeke diyarkirî ye ji bo serokatîkirina wê encûmenê û nabe ji bo du geran li ser hev kesek bê hilbijartin.”
Pêştir wê encûmenê li Mijdara 2023ê Nîmet Dawidî li cihê Siûd Mela wekî serokê xwe hilbijartibû, piştî ku Siûd Mela li Adara wê salê nameya xwe ya destberdana ji karî pêşkêş kiribû.