HSDê li Qamp'a Hol'e 6 endamên asayîşê desteser kir

Li gundê Îd Sexîr li Tebqayê û li Reqqayê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke berfireh de, dest danîne ser gelek çek û teqemeniyên DAIŞê û 6 endam û kesên ku pê re kar dikin jî desteser kirin.

30.01.2023, Pts - 07:29

HSDê li Qamp'a Hol'e 6 endamên asayîşê desteser kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dîmenên operasyonê belav kirin û diyar kir ku teqemenî, paşmayên DAIŞê bi dest xistine ku dixwestin bi kar bînin.

HSD ragihand, di operasyonê de wan 6 havkarên DAIŞî girtine, yek ji wan berpirsyarê peydakirina cih bû ji bo çekdarên DAIŞê ku 26ê Kanûna 2022an, êrîşî ser navenda Asayîşê li Reqqayê kiribû. Yekî din jî, berpirsê amadekirina teqemeniyan bû.

Ji 25ê Çileya 2023an ve, hêzên HSDê û Asayîşa Rêveberiya Xweser, bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li parêzgeha Reqqayê dest bi operasyoneke bi navê “Tolhildana Şehîdên Reqayê” kirine ku heta niha jî berdewam e.

Ew operasyon li navçeyên Reqqa, Tebqa, Sirrîn, El-Kerame û gundewarên wan çêdibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x