PYD: Bêyî me danûstandina Sûriyê bi ser nakeve

Niyeta Amerîka û Siûdiyê ew e ku Rêveberiya Xweser an Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî danûstandinanên Sûryê bibe, lê heta niha jî ew daxwaz pêk nehaitye. Endamê Encûmena Giştî ya PYDê Ebdulkerîm Saroxan jî dibêje, bêyî wan proseya danûstandinan bi ser nakeve,

16.07.2019, Sal - 11:16

PYD: Bêyî me danûstandina Sûriyê  bi ser nakeve
Nuçe Belav bike

Ligel berdewamiya hewlên Şandiyê Netewên Yekbûyî bo karrûbarên Sûriyê, derbarê avakirina komîteya destûrê û destpêkirina gereke nû ya Cenêvê, hewlek heye daku Rêveberiya Xweser an PYDê beşdarî danûstandinan bibe.

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Siûdiyê û hejmarek ji welatên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê, di hewl û tevgerê de ne, lê nebeşdarbûn an nebeşdarkirina Rêveberiya Xweser di danûstandinên Cenêvê de, yek ji zehmetiyên li pêşiya serkeftina hewlên wan aliyan e, bi mebesta karakirin û aktîvkirina danûstandinan ji bo proseya siyasî li Sûriyê.

Endamê Encûmena Giştî Ya PYDê Ebdulkerîm Saroxan dibêje, bêyî wan proseya danûstandinan bi ser nakeve, ji ber ku beşekî mezin ji xaka Sûriyê di bin kontrola wan de ye.

Endamê Encûmena Giştî ya PYDê Ebdulkerîm Saroxan got: “Heger PYD tevlî danûstandinan nebe dê ti çareseriyeke cidî encam nede. Ji ber Rêveberiya Xweser nûnertiya beşeke mezin a cografyaya Sûriyê dike û di heman demê de nûnertiya beşeke mezin a pêkhateyên Sûriyê dike. Ji sedî 30 zêdetir temsilyeta wê heye. Rêveberiya Xweser aramî li herêmê pêk aniye.

Yek ji Serkirdeyên ENKSê Mihsin Tahir jî ji Rûdawê re eşkere kir, ku tevî nakokiyên wan, ew ne li dijî beşdarbûna Rêveberiya Xweser di danûstandinên Sûriyê de ne.

Tirkiyê bi ti awayekî qebul nake, ku Rêveberiya Xweser beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê bibe, lê niyeteke Amerîka û Siûdiyê heye ku ew jî di nava Desteya Danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê cihê xwe bigrin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1000 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:29:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x