Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Zonguldak ê Tirkiyeyê axivî û di axaftina xwe de behsa hilgirtina Ala Kurdistanê ya li Parêzgeha Kerkûkê kir.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ew hilgirtina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê şaş dibîne û ev tişt gotin: "Li wir ji xeynî ala neteweyî, hilgirtina alayeke din ez teqez şaş dibînim. Xwediyên alaya duyemîn a li wir, cudakariyê dikin."
Erdogan hilgirtina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê wekî tiştekî ‘şaş' bin av kir û got, "Ez bangî Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikim; zûka ji vê şaşiyê vegerin û wan alayên xwe daxînin. Eger vê alaya li Kerkûkê danexin, wê baca vê yekê gelek giran be û pêwendiyên me wê têk biçin. Ji vê nuqteya ku hûn hatinê, hûn ê şûnde gav bavêjin."
Tê zanîn ku Encûmena Parêgeh a Kerkûkê biryar dabû ku di 21ê Adara 2017an de Alaya Kurdistanê jî li Parêzgeha Kerkûkê hil bigire û ev yek kiribû. Piştî hilgirtina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê Tirkiye û Îranê bertek nîşan dabûn.