Endamê Lîjneya Pêşmerge: Yekkirina yekîneyên 70 û 80ê qonaxeke baş derbas kir

Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, çareserkirina arîşeyên hêzên Pêşmerge û çaksaziyê berdewam e û yekkirina yekîneyên 70 û 80 qonaxeke baş derbas kiriye.

20 Tîrmeh 2022 - 04:55
20 Tîrmeh 2022 - 04:55
 0
Endamê Lîjneya Pêşmerge: Yekkirina yekîneyên 70 û 80ê qonaxeke baş derbas kir

Endamê Lîjneta Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî ji (Basnews) re ragihand: “Wezareta Pêşmerge pêngavên gelek baş avêtine, bi taybetî yekkirina hêzên 70 û 80 ku niha di qonaxên baş de ne û çendîn lîwa. Di bin sîwanê de bûne lîwayeke hevbeş.”

Herkî dibêje: ‘’Wezareta Pêşmerge û yekkirina Hêzên Piştevaniya 1 û 2 pêngaveke girîng bû.’’

Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di derbarê xanenişîna Pêşmerge de çend karên girîng hatine kirin, bi taybetî yekkirina xanenişîna her du yekîneyên 70 û 80 ji bo vegerandina xanenişîna giştî ku niha di qonaxa dawî de ye. Tiştê ku maye di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de, yekkirina hesabên yekîneyên 78 û 80ê ye ku yek ji reformên herî girîng e û ez dikarim bibêjim ku %90 ji pirsgirêkên Wezareta Pêşmerge dê bên çareserkirin. ."

Di berdewamiyê jî de hatiye gotin: ‘’Heya niha nêzîkî 19 lîwayên hatine avakirin û her du hêzên piştevaniya 1 û 2 tevlî karmendên Wezareta Pêşmerge bûne, ku di kabîneya nehê de gaveke girîng bû, di paşerojê de avakirina lîwayên din dê berdewam be.’’

Ev nûçe bi tevahî 625 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:50:13