Fermandarekî Îranê hat kuştin, du leşker birîndar in

Li eyaleta Xoresana Başûr a li rojhilatê Îranê, di navbera leşkerên Îranê û qaçaxçiyan de pevçûnek çêbû.

6 Adar 2024 - 08:45
6 Adar 2024 - 08:45
 0
Fermandarekî Îranê hat kuştin, du leşker birîndar in

Di vê pevçûnê de fermandarek hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand pevçûne di navbera nobedarên sînor û qaçaxçiyên madeyên hişbir de rû daye.

Fermandar hatiye kuştin

Hat ragihandin, leşkerê ku hatiye kuştin serpel Elî Riza Mozen e û fermandarê qereqala sînorî bûye.