‘Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kudistanê' hat damezrandin

Lêkolîner û kordînatorê bernameya lêkolînên kurdî li navenda Moşe Dayanê Ceng Sagniç ragihand ku saziyek bi navê Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kurdistan hat damezrandin.

23 Mijdar 2017 - 06:43
23 Mijdar 2017 - 06:43
 0
 ‘Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kudistanê' hat damezrandin

Lekolîner Ceng Sagniç li ser malpera xwe yê tevna civakî ya Twitterê peyam belav kir û got: "Rihsipiyên yahudî yên li Ewropa û Amerîkayê koalîsyoneke bi navê 'Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kurdistanê' damezrandin û ji îro pê ve dikeve fermiyetê. Pêşengiya koalîsyonê jî Cîgirê Serokê Kongreya Yahudiyên Ewropayê yê berê Joel Rubinfeld dike."

Ceng Sagniç di berdewamiya peyama xwe de dibêje; "Endamê Lijneya Avakarên Koalîsyonê ji rihsipiyên yahudî yên Ewropa û Amerîkayê pêk tê. Lijneya Şêwirmend hê nehatiye îlankirin. Koalîsyon hefteya pêşiya li Parlamentoya Îsraîlê li Knessetê wê konferanseke bi navê ‘Kurdistan û Îsraîl: Li Rojhilata Navîn Ber bi Aştî û Aramiyê' li dar bixin. Serokê Koalîsyonê jî ji bo tevlî konferansê bibe gihîşte Îsraîlê."

Ev nûçe bi tevahî 1516 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:37:49