Li Mêrsînê bi hinceta PKKê ji bo desteserkirina 11 kesan operasyon hat destpêkirin

Li parêzgeha Mêrsinê ya Tirkiyê hêza emnî bi hinceta endamtî û propagandeya PKKê ji bo desteserkirina 11 kesan operasyonek da destpêkirin.

10 Adar 2023 - 04:38
10 Adar 2023 - 04:38
 0
Li Mêrsînê bi hinceta PKKê ji bo desteserkirina 11 kesan operasyon hat destpêkirin

Di çarçoveya Rûbirûbûna Terorê ya Rêveberiya Emnî ya Mêrsinê de bi hinceta ku 2 kes bi awayekî ne yasayî ketina nav sînorê Tirkiyê û nasnameya sexte bikar tînin û 8 kesan jî li ser medya civakî propagandeya PKK û KCKê kirine bi giştî bo desteserkirinê derbarê 11 kesan de operasyon hatiye destpêkirin.

Li gor agahiyan nasname û navnîşana 11 kesan hatiye diyarkirin û bi beşdarbûna 110 polîsan operasyon berdewam e

Ev nûçe bi tevahî 398 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:14:55