Mesûd Barzanî û Fûad Masûm li Urdunê hatin ba hev

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê yê Kurd Fûad Masûm li paytexta Urdunê Emmanê civînek pêk anîn.

21 Gulan 2017 - 03:50
21 Gulan 2017 - 03:50
 0
Mesûd Barzanî û Fûad Masûm li Urdunê hatin ba hev

Mesûd Barzanî û Fuad Mesûm li bajarê Emmanê, beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanî ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye bûn û di forûmê de çend hevdîtin û civîn pêk anîn.

Serokomariya Iraqê da xuyakirin, îro di civîna Barzanî û Masûm de li ser pêwendiyên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser geşedanên siyasî yên li herêmê hatiye axaftin.

Di Forûma Aboriyê ya Cîhanî ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye bi qasî hezar serok, rêveberên dewletan û bazirganên 50 welatar beşdarî dikin. Forûma ku 19ê Gulanê de dest pê kiriye heta 21ê Gulanê wê bidome.

Ev nûçe bi tevahî 1776 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:55:05