Tirkiye hewl dide artêşeke nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike

Rojnameya El-Şerq El-Ewset ya erebî ragihand ku dewleta Tirkiyeyê hewl dide artêşeke azad a nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike.

21 Gulan 2017 - 08:55
21 Gulan 2017 - 08:55
 0
Tirkiye hewl dide artêşeke nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike

Li gorî ragihandina ajansa ANHAyê rojnameyê eşkere kiriye ku: "Çavkaniyeke muxalefeta Sûriyeyê destnîşan kiriye ku yek ji planên Tirkiyeyê ev e ku artêşekê nû li Bakurê Sûriyeye ava bike. Çavkaniyeke ji komên Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam ev agahî tekez kir û da zanîn ku niha 10 hezar çekdar li Tirkiyeyê têne perwerdekirin."

Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî destwerdana dewleta tirk li Sûriyeyê nivîsekê bi sernava "Tirkiye hewl dide artêşeke azad nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike" belav kir.

Ev nûçe bi tevahî 1803 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:48:20