Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê kir
Di civînê de tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî hate kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê Iacob Prada kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê Romanyayê.
Balyozê Romanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan û firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.
Nûvekirina herî dawî: 16:43:03