Mesrûr Barzanî: Divê em hemû kar ji bo parastina jîngehê bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de peyamek belav kir û ragihand, pêwîst e em hemû bi hev re kar ji bo parastina jîngehê bikin.
Mesrûr Barzanî peyama xwe li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û ragihand, “Di Roja Cîhanî ya Jîngehê de em metirsiyên ku li ser gerstêrkê gef in nas dikin û ji bo parastina jîngeh û xwezayê divê em hemû dest bidin hev û di nava xweşiyê de bijîn.”
Her sal 5ê Hezîranê li cîhanê Roja Cîhanî ya Jîngehê tê bibîranîn, armanc ji destnîşankirina vê rojê ew e, hişyarkirina welalatiyan bi parastinê jîngehê ye û li seranserî cîhanê ji bo parastina jîngehê çalakî tên lidarxistin.
Nûvekirina herî dawî: 18:51:49