Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin

Heger em dixwazin êşa gelê xwe hindik, wêraniya miletê xwe kêm û erda xwe ji dagirkirinê azad bikin, berî her tiştî divê em yek bin. Rêya çareseriya probleman ev e.

Bube Eser

23.12.2022, Cum | 06:35 [ Güncellenme: 23.12.2022, Cum | 07:38 ]

Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin
Nêrîn Belav bike

Bi rastî jî nivîsên an jî gotinên tiştên li ser vê bi xweşe mirov dihare û bi wê xweşbûnê mirov dixwaze ku li welatê me yê dagirkirî, li bakurê Kurdistanê ev rojekê berî rojekê pêk bê, lê nayê.

Sedemê vê di gelek platform, civîn, konferans û di nivîsan de hatiye destnîşankirin. Li ser vê gelek goftugo hatine kirin. Hin hewldanên ji bona nêzîkbûna partiyên Kurdistanî gavên baş jî hatine avêtin. Lê hezar mixabin ku heta niha ev pêk nehatiye.

Bi eşkerî û zelalî pêwîstî û zarûriyetê vê tê nivîsîn û goftugokirin, lê dîsa pêk nayê û her nayê. Bawer bikin êş û arîşeya me kurdan, tenêbûna dewletbûna me, feqîrê û hêsîriya gelê me dikşîne hemî ji ber vê êşê ye ango ji ber bê dewletiyê ye.

Ev êşa ewqasî me diêşîne çima nayê çareserkirin?

Bawer bin, kilîta çareserkirina vê di destê siyasetmedar, serok û rêberên hemî partiyan de ye. Lê hezar mixabin ew kilîta çareseriyê rojekê li wî deriyê bi salan kilîtkirî ye nakeve. Ji bona em wî deriyê vekin û weke kurd hemî xwe di hundir wî de di bin xeta neteweyî de bikin yek, pêwîst e êdî li bakurê kurdistanê ev pêk bê heye. Çi demê pêkhatineke weha bibe, aha em ê wê demê bi hevre, bi serkevin.

Serketin bi yekrêziyê, serketin bi hevre karkirin û piştgiriyê dibe. Heger em dixwazin gelê xwe azad û welatê xwe jî ji bin potînin dagirkeran derxin. Divê em, ji bona wê xete neteweyî, xwedî li hev derkevin û ji bona qawet û hêza xwe ya neteweyî bikin yek da ku dost û dijmin hesabê me kurdan jî bikin. Lewra pêwîste em zûtirîn demê bi wê kilîta çareseriyê, wî deriyê rêya azadiyê vekin.

Heger em dixwazin êşa gelê xwe hindik, wêraniya miletê xwe kêm û erda xwe ji dagirkirinê azad bikin, berî her tiştî divê em yek bin. Rêya çareseriya probleman ev e. Lê mixabin ev jî heta niha pêk nehatiye.

Partî û tevgerên me yên li bakurê Kurdistanê îro bi piranî di warê legal de karê xwe dikin. Li gor destûr û bernameyên zagonên dewletê hatine vekirin. Lê hezar mixabin di rewşeke weha de jî, hin ji wan partî û tevgerên me li gor destûr û bernameyên partiyên legal hatine vekir, hin hê jî weke partiyên nehênî bin kar dikin.

Heta ku em vê ji hev zelal û eşkere nekin, em ê di tu waran de bi ser jî nekevin. Madem hûn weke partiyên eşekere hatine vekirin, divê hûn di hemî çalakî û di hilbijartinên tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî karê xwe li gor wê bikin.

Karê yekem: Hilbijartinên perlemanê û yên şarederiyan in. Ji bona bi destxistina vê jî pêwîste hemî partî û tevgerên heyî bi hevre bin û li gel hev bin, da ku bikaribin serketinê bi dest bînin.

Niha rêyeke vekirî û eşkere li benda hemî partî û tevgerên bakurê Kurdistanê ne. Fermo, di demeke nêzîk de wê hilbijartin bibin û di van hilbijartinan de gelo wê helwesta we çi be?

Hûnê bi çi rê û olaxan bikarin di van hilbijartinan de bibin xwedî helwest û li tirkî weke kurd bibin qaweta sisiyan? Ji bona hûn bibin qaweta sisiyan jî divê hûn yek bin, xwedî yek helwest û yek rêz bin.

JI bona yek helwestiyê jî, di hilbijartina ku wê li tirkiyê û bakurê Kurdistanê pêk, divê kurd ji bona berjewendiya gelê xwe û bidestxistina hin mafan, pêwîstiya wan ya yekdengî, yekrêzê û bi hevre karkirinê heye.

Niha li bakurê Kurdistanê li ser navê kurdan HAK-PARê, ew mafê ku bikeve hilbijartinê bi destxistiye. Madem ev maf heye, divê hemî kurdên ji welatê xwe hez dikin jî bi alîkarî û piştgiriya wê ve rabin. Helbet HAK-PAR sedî sed ne li gor dilê her kurdekî ye. Lê li vê cîhanê sed sed wek hevî tune ye.

Mirov li gor xet û hêjayiyên gelê xwe, li ser çend xalan li hev dike û li gor wê jî bi alîkarî û hevkariya hev radibe an ji hevre dibin destek. Heger partî û tevgerên me bi daxuyanî û bi kirinên xwe alîkariya HAK-PARê nekin, dengê wan ê ji bona partiyên olî û Kemalîstên kurd û tirk here.

Heger em ji welatê xwe hez dikin, de werin vê care em hemî ji bona berjewendiya gelê xwe bi hevre û li ser asasê xeta neteweyî dengê xwe, hêz û qaweta xwe bikin yek û vê carê weke kurd em deng bidin HAK-PARê. Ji bona em kurd jî bibin hêza sisiyan li tirkiyê. ÊDÎ HÛN DIZANIN. Hêvî û rica min ji we vê zanînê şaş bi kar neynin…

Bûbê Eser

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1641 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:12

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x