Bexda: Bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.

20.10.2023, Cum - 08:02

Bexda: Bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Reutersê şeva borî bi du mûşekên Katyuşayê êrişî baregeha Amerîkayê ya leşkerî hat kirin.

Hat ragihandin ku ji ber êrişê ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Piştî êrişa li Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê, hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tên armancgirtin.

Şeva borî jî êrişî barehega Eyn el-Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hatibû kirin.

Cîhada Îslamî ragihandibû ku wan ev êriş pêk aniye.

Êriş zêde bûne

Piştî êrişa li Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê, hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tên armancgirtin.

Şeva çarşemê bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li baregeha Tinefê ya başûrrojhilatê Sûriyeyê jî hatibû kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan destnîşan kiribû ku ev êriş ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatiye encamdan.

Li aliyê din, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) doh ragihandibû ku di 24 saetên dawiyê de 3 caran êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê hatiye kirin.

CENTCOMê da zanîn ku ev êriş bi dronan hatine kirin û hinek leşkerên wan birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x