Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxê şekir ji sedî 67 hat bihakirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê şekir ji sedî 37 heta ji sedî 67 hat bihakirin.

25.06.2022, Cts - 10:20

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxê şekir ji sedî 67 hat bihakirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Fabrîkayên Şekirê yên Tirkiye ragihand ku wan ew şekira ku bi nirxek erzan difiroşin Marketên Çandinî û Krediyê ji sedî 67 û şekira bo marketên din jî difiroşin ji sedî 37 bihakiriye.

Bi vê yekê jî di di salek dawî de nirxê kîloyeke şekirê ji 6 lîre û 5 quruşan gihiştiye 24 lîreyan, çewalê 50 kîlo jî ji 220-250 lîreyan gihiştiye hezar û 1100 lîreyan.

Piştî vê bihakirinê nirxê çewaleke 50 kîlogram a şekirê ji 27ê Hezîranê û şûnde ji fabrîkayan bo Marketên Çandinî û Krediyê li şûna 390 lîreyan bi 650 lîre tê firotin û bo marketên din jî li şûna 550 lîreyan bi 750 lîreyan tê firotin.

Ev di demekê de welatiyan ji bo kirîna wê şekira erzan di çend rojên borî de li Enqereya paytexta Tirkiye û parêzgeha Dîlokê bi kom serdana wan marketan kiribûn û qelabalixiyek zêde li ber deriyê wan marketan çê bibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x