Qaçaxçiyên li xezîneyê digeriyan dîrokeke veşartî derxistin holê

Qaçaxçî dema li xezîneyê digerin rastî dîrokeke veşartî tên

27.07.2022, Çar - 15:28

Qaçaxçiyên li xezîneyê digeriyan dîrokeke veşartî derxistin holê
Nuçe Belav bike

Li navçeya Tûşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qaçaxçî dema li xezîneyê digerin rastî dîrokeke veşartî tên û rêveberiya muzexaneya Wanê agahdar dikin. Di encama lêkolînan de derdikeve ku ev cihê hatiye dîtin avahiyeke serdema Urartuyan e.

Komeke arkeologan, li ser girê dîrokî yê Urartuyan, ku dîroka wê vedigere berî 2 hezar û 700 salan û di encama kolandina qaçaxçiyan de hatiye dîtin, lêkolînê dikin.

Akademîsyenê Beşa Arkeolijiyê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli got “Ev xala ku em niha lê ne, wek Girê Xerîb tê nasîn. Ev gir weke cihekî girîng ê niştecîbûnê yê serdema Urartuyan derket holê. Em li xaleke ku 25 kîlometre dûrî paytext Tûşba û 3 kîlometre jî dûrî Kela Ayanîsê ne ku pêştir me dest bi kolandinê kiribû û navdar e.”

Arkeoog ji dîtina cihekî dîrokî kêfxweş in û berpirsên bajêr pêşbînî dikin, ku evder bo geştyariya Wanê sûdeke mezin be, lê qaçaxçiyan di dema kolandinan de hinek zerar dane berhemên dîrokî.

Arkeolog û Nûjenkera Bilind Ozlem Toprak Cihan dibêje “Wek hûn dibînin wêneyên li ser dîwaran, li vê derê, li vê derê û li vê derê ne. Qaçaxçî demeke dirêj li vê derê xebitî ne. Mixabin di dema xebatên xwe de, ji bo rihet bikolin û baş bên dîtin bi awayekî nezan dîwar avdane. Li van cihan ji ber avdanê li cihên şîn xirabûn çê bûne.”

Hemû lêkolînên zanistî derbarê Girê Xerîb de hatine temamkirin û di demeke nêzîk de kolandin lê destpê dikin. Arkeolog dibêjin, dê di encama xebatên çend salan de cihê dîrokî bi temamî amade bibe û bikeve xizmeta sektora geştyariyê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 769 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:05:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x