Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî dibêje, Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 85 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta federal a Iraqê dike û dibe ku hejmarek bo 150 hezar bermîl bilind bibe.
Îro Şemiyê 26ê Tebaxa 2023an, Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 85 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta Iraqê dike û li gor pêwîstî dibe ku ev hejmar bo 120 heta 150 hezar bermîl bilind bibe.
Viyan Sebrî diyar kir, heta niha Hewlêr û Bexda li ser dahatên ji bilî petrolê negihiştine rêkeftinê û dibêje, "li gor yasaya budceyê, nîvê dahata ji bilî petrolê ya Herêma Kurdistanê, radestî hikûmeta Iraqê tê kirin û nîvê din jî ji Herêma Kurdistanê re dimîne, lê belê tiştê Bexda behsa wê dike, berevajî yasaya budceyê ye".
Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê destnîşan dike, divê hikûmeta Iraqê pabend bibe bi şandina pişka mehane ya Herêma Kurdistanê ya di yasaya budceyê de, "çunkî ti bihaneyek nemaye ji bo neşandina pişka Herêmê û em pabendî hemû birgeyên nav yasaya budceyê bûne".