Rojava: Hêzên Asayişê 11 kes li kampa Holê girtin

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan îro 31ê Tebaxê di operasyonekê de li kampa Holê 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên nihênî yên DAIŞê ne.

31.08.2022, Çar - 11:35

Rojava: Hêzên Asayişê 11 kes li kampa Holê girtin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku di çarçoveya Rêveberiya Xweser de bi fermî jê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê gotin, di daxuyaniyekê de ragihand, îro 31ê Tebaxê hêzên wan li kampa Holê operasyoneke serdegirtinê pêk anîne û di encam de 11 kes girtine ku 5 ji wan şaneyên razayî ên DAIŞê ne û 6 kes jî gumanbar in.

Li gor daxuyaniyê, lêpirsîn bi wan 6 kesan re dest pê kiriye ku bi gumana endamtiya DAIŞê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, "Piştî ku hêzên me agahî li ser cihên hin çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampa Holê wergirtin, hêzên me îro saet di 04:00ê berbangê de li beşa yekemîn a kampê operasyona serdegirtinê pêk anî. Hêzên me 11 kes girtin ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞê ne. Lêpirsîna bi 6 kesên din re berdewam dike ku guman heye girêdayî DAIŞê bin.”

Ev di demekê de ye ku operasyona "Mirovahî û Ewlekarî" ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê û HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li kampa Holê berdewam e û li gor Asayişa Rojavayê Kurdistanê di roja 6an a operasyonê de15 kes bi tometa “endamtiya DAIŞê’ hatine girtin, 3 kon hatine rakirin, 3 tunel hatine jinavbirin û dest bi ser hejmarek çek û teqemenî û amûrên peywendiyan de jî hatiye girtin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di 25 Tebaxê de qonaxa duyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê destpê kir ku heta niha didome.

Asayişê pêştir ragihandiye, di roja pêncan a operasyona li kampa Holê de “23 kes bi gumana endamtiya DAIŞê” hatine girtin û 23 kon li nav kampê hatine rakirin ku “DAIŞê ew kon weke cihên xûlan û dadgehan bikar dianîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x