Berdevkê Wezareta Derveya Amerîkayê Heather Nauert got, di navbera Iraqû Kurdistanê de ji bo vekirina rêyên diyalogê em her gav nav hewldanan de ne.
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de, eşkere kir ku ewê berdewam bizavan bikin ku Bexda û Hewlêr gotûbêjan bikin ji bo kêşeyên di navbera xwe de bi awayekê aştyane care bikin.
Her wiha Nauert di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir û got, heya niha hikûmeta Iraqê daxwaza ji Amerîka nekiriye, ku di nav Hewlêr û Bexdayê de navberkariyê bike.