Binkeya Laliş dawiya Tîrmeha îsal kongireya xwe pêk tîne

Berpirsekî binkeya rewşenbîrî û civakî ya Laliş ragehand, ewê vê havînê çardemîn kongireya xwe pêk bînin.

20 Hezîran 2022 - 06:52
20 Hezîran 2022 - 06:52
 0
Binkeya Laliş dawiya Tîrmeha îsal kongireya xwe pêk tîne

Endamê desteya binkeya rewşenbîrî û civakî ya Lalişê, Pîr Deyan Ceifer ji BasNewsê re got, di civîna desteya bilind ya binkeya Laliş de biryar hat dayîn çardemîn kongireya binkeya Laliş were pêkanîn.

Pîr Deyan Ceifer her wiha got, amadekariyên Kongireyê dest pê kirine û dê dawiya Tîrmeha îsal kongire were lidarxistin.

Wî berpirsê binkeya Laliş da zanîn, ji ber hinek sebeban kongire gîro bûye lê di civînê de biryar hat dayîn êdî kongire gîro nebe û got, çimkî pêwîst e binkeya Laliş xwe nû bike.

Ev nûçe bi tevahî 459 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:29:43