Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir û civîna wan destpê kir.

Îro 24.08.2023yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û civîna wan destpê kir.
Berî du rojan şandeyekî Tirkiyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de çû Bexdayê û piştre jî hate Hewlêrê û di vê demê de şandeyekî Wezareta Nefta Iraqê jî serdana Enqerê kir û li gel Wezîrê Wuze û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê derbarê destpê kirina henardeya nefta Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Her îro Wezîrê Wuze û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve geheşt Herêma Kurdistanê.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:12