Mela Bextiyar: Şexsên rêkeftin kirine ger bên darizandin!

Endamê Polîtburoya YNK\'ê Mela Bextiyar, \" Êrişên ku li hemberî Kerkûkê pêkhat bûyerek dîrokiye û dilê me hemûyan êşand. Jibo vî yekê şexsên ku li gel Bexda rêkeftin kirine ger werin darizandin\" got.

23.10.2017, Pts - 13:15

Mela Bextiyar: Şexsên rêkeftin kirine ger bên darizandin!
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburoya YNK\'ê Mela Bextiyar, ji Radyoya Dengê Amerîkaye re axifî. Bextiyar, axaftinên xwe yên di derbarê êrişên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ku birine li ser Herêma Kurdistanê de got, \" Ger lêkolîn were destpêkirin û ji xwe diyare ku civîna Dokanê pêkhat ji bilî mûtabakata PDK û YNK\'ê di derbarê şexsên ku Hikûmeta Kurdistan tune hesibandine kî dibin lazime ew şexs werin darizandin.\"

Bextiyar di derbarê Kerkûkê ku radestî milîsên Heşdî Şabî kirine de jî destnîşan kir û got, Tenê dîmenên sê şexsan tên weşandin. Ev şexs tenê serê xwe nînin, li gel wan kesên din jî hene ku Bi Bexdayê re rêkeftin îmze kirine. Pêşniyara avakirina Hikûmeta Rizgariya Kurdistan ne ya YNK\'ê ye. Belê kîjan alî vî ji me re pêşniyar bike wê civîna YNK\'ê de biryara pêwendîdar were dayîn.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:33:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x