Neteweyên Yekbûyî: Bila Bexda û Hewlêr dev ji tundîtiyê berdin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq ji bo bûyerên ku li Kerkûkê diqewimin bang li Hewlêr û Bexdayê kir.

21.10.2017, Cts - 08:48

Neteweyên Yekbûyî: Bila Bexda û Hewlêr dev ji tundîtiyê berdin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq di civîna çapemenî de bersiva pirsa ‘li Kerkûkê kaoseke mezin rû dide, ji 100 hezarî zêdetir însan koçber kirin çima Neteweyên Yekbûyî li hemberî van bûyeran bêdeng e?' got: "Sekreterê GiştÎ bi me re axivî û me jî nêrîna xwe ya di mijarê de eşkere kir. Li ser navê Sekreterê Giştî ez dikarim vê bêjim ku bila hikûmeta Bexda û Hewlêrê hevkariyê bikin û dev ji tundiyê berdin. Bila di çarçoveya Destûra Bingehîn de bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Farhan Haq ji bo pirsa ‘piştî bûyera Kerkûkê alîkariyên însanî zêde bûn an na?' got: "Komîseriya Bilinda Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rewşa koçberan vedikolîne. Di çend rojên pêş de wê piraniya koçberan vegerin malên xwe û hinek koçber jî wê di baregehên demkî de bimînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x