Ji pêşniyara Herêma Kurdistanê re piştgiriyek jî ji Meclîsa Nûneriyên Amerîkî hat

Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Paul Ryan ragihand ku em piştgiriya banga diyalogê ya Kurdistanê bo Iraqê dikin.

26.10.2017, Per - 09:11

Ji pêşniyara Herêma Kurdistanê re piştgiriyek jî ji Meclîsa Nûneriyên Amerîkî hat
Nuçe Belav bike

Serokê Meclîsa Nûneran Paul Ryan, Serokê Komîsyona Îstîxbarat a Meclisê Devîn Nunes, Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Meclisê Ed Royce û Serokê Komîsyona Xizmetên Leşkerî yê Meclisê daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku em piştgiriya banga diyalogê ya Kurdistanê bo Iraqê dikin. Divê hikûmeta Iraqê vê pêşniyara Kurdistanê qebûl bike û şer bide sekinandin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku şerê artêşa Iraqê dimeşîne dibe vegere şerekî mezhebî û divê herdu alî jî şer bidin rawestandin. Em piştgiriya banga Kurdistanê ya rawestandina encamên referandûm, îlana agirbest, dawîanîna pevçûnan û diyaloga bo Bexdayê dikin. Divê Bexda vê pêşniyarê qebûl bike û rûnê masê. Şerê navbera herdu aliyan wê tekoşîna dijî DAIŞê qels bike û dibe pêşiya şerê mezhebî veke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:25:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x