Baregeha Barzanî: Em bi tundî tawana hovane ya Cindiresê şermezar dikin

Baregeha Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd ên li bajarokê Cinidirêsê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

22.03.2023, Çar - 05:40

Baregeha Barzanî: Em bi tundî tawana hovane ya Cindiresê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de ku îro Sêşemê 21.03.2023 hate belav kirin, baregeha Serok Barzanî ragihand, ew dê hemû hewlên xwe li gel aliyên peywendîdar bidin, daku ewên ku ew tawanên hovane kirine, sizayeke dadperwerane werbigirin.

Di vê derbarê de Barzanê Barzanî ragehand: “Em ji xwedayê mezin hêvî dikin ku giyanê şehîdan bixe bin dilovaniya xwe û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Li gorî agahiyên ku li bajarokê Cndrêsê yê Efrînê hatine dayîn, êvara duşemê 20-03-2023 koma Çeyş El-Şerqiyê ya opozîsyona Sûriyê di dema dadanê agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd reşand.

Di gulebarana Ceyş ElŞerqiye de 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ragihand ku kesên ku roja duşemê (20.03.2023) li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber dadana agirê Newrozê 4 welatiyên Kurd kuştibûn hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x