Haluk Levent: Me bo navçeyên erdhejê 850 milyon lîre veqetandiye

Serokê Komaleya AHBAP a alîkariyê û hunermendê navdar ê Tirkiyê Haluk Levent ragihand ku wan 850 lîreyên Tirkî ku dike derdora 45 milyon dolar bo alîkariya navçeyên erdhejê veqetandine.

11.02.2023, Cts - 09:51

Haluk Levent: Me bo navçeyên erdhejê 850 milyon lîre veqetandiye
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an ya Mereşê ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû sedema zerereke zêde ya canî û maddî, xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û herwiha hunermend, karsaz û kompanyayên taybet dest bi kampanyayeke berfireh a alîkariyan kiriye.

Serokê Komeleya AHBAP a Alîkariyê û hunermendê naskirî yê Tirkiyê Haluk Levent jî piştî erdhejê ligel endamên komeleya xwe û hejmareke hunermend, lîstikvan û kesayetên navdar li navçeya erdhejê alîkariyê didin mexdûrên erdhejê û alîkariyan kom dikin.

Hejmareke zêde ya xêrxwazan jî bi rêya vê komeleyê alîkariyên xwe digihînin qurbaniyên erdhejê.

Haluk Levent li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ligel hejmarek hunermendan vîdeoyek belav kir û derbarê karûxebatên komeleya xwe de axivî.

Levent amaje bi wê yekê da ku ew dê li navçeyên erdhejê li ser alîkarîkirina xelkê berdewam bin û got ku wan di warên cuda de ji bo alîkariya xelkê 850 milyon budçe veqetandine ku dike derdora 45 milyon dolarên Amerîkî

Wî hunermendê Tirkiyê balkişand ser nebûna organîzyona di dabeşkirin û şandina alîkariyan de û got: “Di karesatek wiha de eger hûn naxwazin xirabiyê li welat bikin, heta ku hûn ligel parêzgariyan peywendiyê nekin alîkariyan neşînin. Karûxebat dixitimin.”

Haluk Levent dibêje “Ji roja yekem a erdhejê ve me hewil de pêdivêyên sereke yên rojane dabîn bikin. Li gor raporên hevalên me çi hatibe xwestin pêdivîbi çi hebe me şandine û em dişînin.

Levent wiha got “Me ji bo 2 hezar konteyniran ji parêzgariya Hatayê mohlet wergirt. Em dê li gor rewşa erdî ya parêzgehên din jî derdora 2 hezar heta 3 hezar konteynirên din bikirin. Tenê bila bibêjin me bînin. Me 400 milyon lîre budçe bo van konteyniran veqetandine. Me biryar daye ku em navendên jiyanê yên konteyniran li navçeyên erdhejê ava bikin daku kesên li wan navçeyan di warê fîzîkî û derûnî de jiyaneke baştir bijîn. Me ji bo vê jî 100 milyon lîre veqetandine. Em ligel wezareta perwerdê axivîne û li benda agahiya wan in dibe ku em careke din hevdîtinên ligel wan bikin û ez biçim Enqerê. Me biryar daye hemû ew dibistanên ku zirar gihiştine wan nûjen bikin. Budçeya bo vê yekê jî bi awayek navendî 100 milyon lîre ye. Ji bo ew kesên ku pêdivîya wan bi lênirînê heye me biryar daye ku navendê lênirînê ava bikin, ji bo vê jî budçeya me 100 milyon lîre ye. Herwiha me bi biryara wezaretê jî ji bo avakirina beşên navxwe 150 milyon lîre veqetandine. Ji ber ku li navçeyên erdhejê gelek xwendekar êdî nikarin bikevin beşên navxwe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x