Rojnameya DWN: 3 hêzên qeraseyî ketine pey petrola Kerkûk

Li gorî analîza di rojnameya Deutsche Wirtschafts Nachrichten ya Almanî Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo çavkaniyên petrolê yên li nêzî bajarê Kerkûkê didin. Kurd, Îran û Iraq jî ji bo petrola Kerkûkê gelek dilxwaz in.

25.10.2017, Çar - 13:57

Rojnameya DWN: 3 hêzên qeraseyî ketine pey petrola Kerkûk
Nuçe Belav bike

Li gorî analîzê li ser serkeftinên artêşa rûsî, Amerîka girîngiyê dide herêmên başûr û Kurd, Îran û Iraq jî girîngiyê didin derdora Kerkûkê ku ji aliyê petrole ve dewlemende û naxwazin li derveyê vî yekî bimînin.

Di analîzê de hat eşkerekirin ku Rûsya, Amerîka û Brîtanya ji bo çavkaniyên enerjiyên ku qala wan tên kirin, têdikoşin, "Ev têkoşîn dibe bibe sedema parçekirina herêmên ku çavkaniyên petrole ne û ji vê gelek derdor sûdê wergirin."

Hin axên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Iraqê ve hat standin, Kurdistana di bin rêveberiya Mesûd Barzanî gelek hêz winda kir. Bivê yekê dibe kurd hêza xwe yê li herêmên ku ji aliyê petrole ve dewlemendin winda bike."

Lawazbûna Barzanî bandoreke neyînî li Îsraîlê dike

Lawazbûna Barzanî bandoreke neyînî li Îsraîlê de. Lewre petrola Kerkûkê sedî 77 erzan difrotin Îsraîlê. Îsraîl berî piştgiriya dewleteke Kurdî dikir, lê piştî li dij derketina Amerîka û Rûsyayê bêdeng ma. Îsraîl ji zêdekirina bihayê petrole ditirse.Ji ber serdestiya leşkerî yê li herêma ya Rûsyayê, Amerîka li paş ma û dixwaze hêza xwe yê li başûr zêdetir bike. ExxonMobil ya amerîkî ji ber hebûna Rosneftê ya li bakurê Iraqê, ji 3 projeyên li Silêmaniyeyê vekişiya. Şirket li şûna van dixwaze hebûna xwe yê li derdora Besrayê û herêmên li sînorê Îranê zêdetir bike."

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x