Barzanî: Em rê nadin ti kes îradeya xwe bi ser me de ferz bike

Serok Barzanî ragihand, ku ew aştîxwaz in û dixwazin hemû pirsgirêk bi aştî werin çareserkirin û got: “Lê em qet nahêlin li ser hesabê keramet û îradeya gelê me û xwîna şehîdan ti kes îradeya xwe bi ser me de ferz bike.”

26.09.2018, Çar - 16:47

Barzanî: Em rê nadin ti kes îradeya xwe bi ser me de ferz bike
Nuçe Belav bike

Mesûd Barzanî li navçeya Zaxoyê beşdarî ahenga PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û gotarek pêşkeş kir.

Barzanî di destpêka axafitina xwe de got: “Dema mirov tê Zaxo, kurdînî, merdinî û dilsozî tên pêşçavê mirov. Eger salê carekî jî dema derfetek dikeve destê min û ez têm we dibînim, ez xwe şarj dikim.”

Mesûd Barzanî diyar kir: “Par van rojan we li vir, ji bo serxwebûnê dîrokek afirand û peyman da. Ez bawer dikim roja 30ê Îlonê jî hûnê dîsa ji bo xwe, gelê xwe û partiya xwe dîrokeke pir bi serwerî tomar bikin.”

Serok Barzanî axaftina xwe wiha domand:

“Em aştîxwaz in û dixwazin hemû pirsgirêk bi aştî werin çareserkirin. Lê em qet nahêlin li ser hesabê keramet û îradeya gelê me û xwîna şehîdan ti kes îradeya xwe bi ser me de ferz bike, ew jî bi piştgiriya Xwedê, hîmeta we û xwîna pêşmergeyên qehreman.

Hûn zanîn meha Gulana borî hilbijartineke girin hate kirin, ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bûn. Ew hilbijartin ji bo derxistina sengê PDKê giring bû. Ji ber helwestên neteweyî yên PDKê, gelek kesan wesa pêşbînî dikir, ku dê PDK were cezakirin, qeyran û zulm li ser gelê me hate sepandin. Ji ber ku gelê me bi aştiyane îradeya xwe derbirî û biryara çarenivîsa xwe da. Berpirsiyariya vê xistine ser milê PDKê û ser milê min. Lê me ev berpirsiyarî rakir û îro em bi serbilindî ji bin derkevin.

Hemûyan pêşbînî dikirin, ku ji ber vê qeyranê dê PDK were sizakirin. Lê xewna wan nehate cîh. Hîmeta we PDK bû partiya jimare yek li ser asta tevahiya Iraqê û diyar bû ku senga PDKê çend e. Hemûyan jî dît ku PDK xwedî hejmareke mezin e û bêyî PDKê biryar nayên dayîn.”

Mesûd Barzanî amaje bi metirsiyeke din jî kir û diyar kir: “Tirsa min ew bû, ku hinek berpirsên Bexdayê şev û roj hewl didan ferhenga dijminatiya gelê Kurd û Kurdistanê çêbikin û bi vî awayî xwe bikin qehremanê qada erebî. Lê gelê Iraqê nekete bin vê barî û ew kes ceza kirin ku dixwestin dijminahiya gelê Kurd û Ereb derbixin.”

Barzanî da zanîn, ku ti caran di dema Şoreşa Îlonê de Barzanî yê Nemir jî ti caran dijminahiya gelên Kurd û Ereb qebûl nekiriye û hercar şîreta hindê kiriye, ku şer li gel rejîmê ye û divê dijminahiya gelan neyê kirin.

Serok Barzanî da xuyakirin, ku niha derfeteke din ji bo Hewlêr û Bexda derketiye holê da ku pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin û anî ziman: “Lê ez dubare dikim, ti guvaş û gef nabe sedem ku em dest ji mafên xwe yên rewa berdin.”

Barzanî behsa giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û got: “PDK çend serkeftineke mezin bidest bixe, ew hinde dê destê wî vekirî be ji bo pêngavên mezin biavêje. Niyet ew e guhertinên mezin werin kirin, çaksaziyên seranser çêbibin. Egem me bivê careke din teror nebe gef û ti kes bi çavên temah temaşeyê welatê me neke, eger me divê bextewer û serfiraz bin, pêdiviye PDK serbikeve.”

Di axaftina xwe de Mesûd Barzanî destnîşan kir ku ew nehatiye dengxwestinê û gel dengê xwe bide kî ew jî dê bide wê lîsteyê. Herwiha diyar kir: “Rojên nexweş û zehmet derbas bûn, rojên xweş û geş li pêşiya me ye.”

Barzanî behsa çanda pêkvejiyanê ya li Kurdistanê kir û da xuyakirin, ku ev yek jî ji bo Kurdistanê sedeneke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 956 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:33:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x