PDK tekeziyê li ser yekrêziyê û vekirina rûpeleke nû dike

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de behsa behsa naveroka kongreya xwe ya 14an û pesendkirina çend pirensîp û stratejiyên di warên cuda de kir, ji wan jî karkirina ji bo xurtkirina sîstema parlamenî û demokratîkirina sîstema hikumraniyê, li ser pirensîpa: Gel çavkaniya desthilatê ye.

12.11.2022, Cts - 15:12

PDK tekeziyê li ser yekrêziyê û vekirina rûpeleke nû dike
Nuçe Belav bike

Deqa daxuyaniya dawiyê ya 14. Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):

Partiya me di 3, 4, 5 û 6ê Mijdara 2022an de li bajarê Duhokê bi diruşmeya (Azadî, Demokrasî, Dadperwerî) 14emîn kongreya xwe bi beşdariya 1061 endaman lidar xist.

Kongre bi bernameyekê dest bi karên kir û piştî çend xwendina çend ayetên Qurana pîroz, sirûda netewî ya Iraqê û sirûda Ey Reqîb hatin pêşkêşkirin.

Serok Barzanî di destpêka kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber şerê DAIŞê, parastina yekrêziya xaka Kurdistanê û vîrûsa koronayê kongre hat paşxistin. Her wiha behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq, navçe û cîhanê bi giştî kir û bi taybetî di gotara xwe de bal kişand ser du xalan ku cihê şanaziyê ne ku dema ew di postê serokatiya Herêma Kurdistanê de hatin girtin: Yekem; Şanda hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya Kobanê. Ya duyem; Referandûma serxwebûna Kurdistanê bû.

Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî spasiya berxwedana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku di şerê li dijî DAIŞê bi qehremanane berevanî kirin û xaka Kurdistanê parastin û spasiya berxwedana gelê Kurdistanê û piştevaniya Pêşmerge û saziyên pêwendîdar kir di rûbirûbûna wî şerî de.

Piştre belgefîlmek li ser wan rêhevalên serkirdatiyê yên di navbera kongreya 13. û vê kongreyê de koça dawiyê kirine hate pêşandan û piştre jî Serokatiya Kongreyê hate hilbijartin.

Di rûniştina yekem de; Di kongreyê de bi yekdengî Serok Barzanî careke din wekî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û bawerî bi cîgirên yekem û duyem ên Serokê Kurdistanê hat dayîn.

Piştre rapora siyasî ya Encûmena Serkirdatiya PDK’ê hate xwendin. Di raporê de bi zelalî sedemên paşxistina kongreyê hatiye ravekirin, tevî ku li jor jî ji aliyê serok ve hatiye gotin, referandum û xiyaneta 16ê Cotmehê û encamên wê, bûne sedema paşxistina kongreyê.

Di raporê de têkildarî parçeyên din ên Kurdistanê jî hate gotin, em piştgiriyê didin daxwazên wan ên rewa, di heman demê de bang li hêzên siyasî yên her sê parçeyên Kurdistanê hate kirin ku têkoşîna xwe sivîl bi pêş bixin. Dawaz ji her sê welatên cîran ên ku sînorên me yên erdnîgarî, kûrahiya dîrokî, têgihîştina dîplomatîk, berjewendiyên hevpar ên aborî, bazirganî, çandî û civakî bi hev re heye, hat xwastin ku bîr li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikin, çareseriyeke ku li herêmê bi giştî bibe sedema aştî, aramî û vejînê.

Li ser asta Iraqê jî, partiya me dê bi rêya Parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Federalî kar bike ji bo yasadanîn, aktîvkirin û cîbicîkirina çend yasayên giring û bingehîn ji bo piştevanîkirina sîstema federalî û demokrasiyê li Iraqê ku di Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin.

Piştre jî Desteya Serokatiya Kongreyê deriyê ji bo avakirina komîteyên ji endamên kongreyê vekir û di encamê de 4 komîte ji aliyê kongreyê ve hatin pesendkirin ku ji Komîteya Peyrewa Navxweyî, Komîteya Bernameyê, Komîteya Rapora Siyasî, Komîteya Gilî û Pêşniyaran pêk dihat.

Di rûniştina duyemîn a heman rojê de komîteyan li ser raporan nîqaşên hûr kirin û bi pêşniyar û têbîniyên endamên kongreyê hat dewlemendkirin. Di rûniştina yekemîn a roja duyemîn a kongreyê de jî rapor hatin xwendin, ketin dengdanê û ji aliyê kongreyê ve hatin qebûlkirin.

Welatiyên birêz

Hevalên têkoşer

Kongreyê bi pêwîstî zanî ku divê qonaxê de pêdaçûneke hûr li ser Peyrewa Navxwe di warê heykeliyet, rêxistinî û pêwendiyên di navbera organan de bije, bi awayekî ku bi rastiya îro ya xebata PDKê re bigunce. Ji aliyê din ve, navê Encûmena Serkirdayetiyê hate guhertin û bû komîteya Navendî. Her wiha guhertin di beşek ji heykeliyeta partiyê de hatin kirin û navê Encûmena Serkirdayetiya Parêzgehê hate guhertin û bû Buroya Rêxistina Parêzgehê. Her wiha biryar hat dayîn ku Desteya Bilind a Têkoşeran bê avakirin. Guhertineke din a Peyrewa Navxwe ew e ku beşdariya jinan di Komîteya Navendî de ji %15 kêmtir nebe.

Di roja duyemîn de Serok Barzanî 10 heval pêşniyar kirin û hemû jî bi dengdana rasterast ji bo Komîteya Navendî hatin hilbijartin.

Paşê, kongireyê deriyê xwe xwenamzedkirina ji bo Komîta Navendî vekir û tê de (129) hevalan xwe ji bo 41 endamên Komîteya Navendî û (9) yedek namzed kirin. Di rojên sêyem û çarem de proseya hilbijartina endamên Komîteya Navendî û cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê û (7) dadwerên Herêma Kurdistanê ve hat birêvebirin.

Di kongreyê de gelek prensîb û stratejiyên PDK’ê di warên cuda de hatin pejirandin, ku ya herî girîng ew e karkirin ji bo xurtkirina sîstema parlamenteriyê û demokratîkkirina sîstema hikumraniyê bi piştbestin bi pirensîpên: Gel çavkaniya desthilatê ye; cudabûn û hevsengiya desthilatan; serxwebûn û bikêrhatina saziyan; serweriya yasa û parastina maf û azadiyan û mafên jinan, her wiha rêzgirtin li mafên mirovan û azadiyên bingehîn û prensîbên şefafiyet, berpirsyarî, cezakirin û xelatkirin di hikumraniya Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Di beşek e din de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, pêwîst e çespandina modeleke hikumraniya baş û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên giştî bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Li ser asta mirovî û civakî, partiya me kar dike ji bo pêşxistina çandê, ku rengvedana rast a civaka Kurdistanî be û pir-çandî, pir-olî, hevpejirandin û rêzgirtina li cudahiyên me tê de bercest be. Ev jî ji bo bilindkirina asta hişmendî, hişyarî û niştimanî ya Kurdistanê be.

Li ser asta Kurdistanê jî, di kongreyê de tekezî li ser yekrêzî û peywendiyên dostane li gel hemû aliyan kir û pêwîstî zanî ku rûpeleke nû ji pêwendiyan were vekirin û kêşe û pirsgirêkan bi diyalog û jihevtêgihiştinê werin çareserkirin.

Herwiha di kongreyê de tekezî li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî û cîbicîkirina rêkeftina siyasî ya ligel aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin.

Welatiyên birêz

Hevalên têkoşer

Partiya Demokra ta Kurdistanê (PDK) serkeftina kongreyê, bi serkeftina berjewendiyên gelê Kurd dizane, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê her dem bûye û dê bibe amûreke têkoşîna cemawerî ya gelê me ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurd û gelê Kurdistanê. Ji ber vê yekê partiya me pîrozbahiyê li gelê Kurd û hevrêyên têkoşer dike û soza xwe dubare dike wekî her dem parêzvana destkeftên gel û bidestxistina mafan û parastina destkeftiyên destûrî, niştimanî û netewî be ku berdewamiya rêbaza Barzanîya nemir e.

Di kongreyê de bi yekdengî maf ji bo cenabê Serok Barzanî hat dayîn ku rêhevalekî ji Kurdên Êzidî ji bo Komîteya Navendî ya partiya me were destnîşan bike.

Serkeftina Kongreya 14. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz be.

Silav bo giyanê pak ê hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzaniyê nemir kake Îdrîsê her dem sax.

Bijî Kurd bijî Kurdistan

Partiya Demokrat a Kurdistanê

6/11/2022

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x