Polemîka parlamenterên YNK û PDKê li ser referandom û xiyaneta 16 Cotmehê

Parlamenterên YNK û PDKê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê û xiyaneta 16 Cotmehê ketin nav polemîkê.

11.02.2018, Paz - 13:12

Polemîka parlamenterên YNK û PDKê li ser referandom û xiyaneta 16 Cotmehê
Nuçe Belav bike

Parlamenterê YNKê Qadir Rezgeyî, bêyî ku navê PDKê bîne bi tundî êrişê wê partiyê kiriye û gotiye, bila ew kesên ku referandom kirin û bûn sebeba ji destdana nîvê xaka Kurdistanê, bên dadgehîkirin.

Parlamenterê PDKê Nazim Herkî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, referandoma serxwebûna Kurdistanê tenê behaneyek bû da ku hikûmeta Iraqê êrişî Kurdistanê bike. Lê behaneya xiyaneta 16 Cotmehê nebû!

Nazim Herkî her wiha got, nîvê xaka Kurdistanê ne ji ber referandomê lê bi xiyaneta 16 Cotmehê ji dest çû. Ji ber wê jî ew kesên han li şûna ku daxwaza dadgehîkirina xiyanetkarên 16 Cotmehê bikin, daxwaza dadgehîkirina encamderên referandomê dikin. Ew dixwazin bi vê yekê xiyaneta xwe veşêrin.

Wî parlamenterê PDKê anî ziman, ma qutkirina bûdceya Kurdistanê ji ber referandomê bû ku ji destdana nîvê xaka Kurdistanê jî ji ber wê be!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x