Li Reqayê di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de şer derket
Medyaya fermî ya Sûriyeyê îro ragihand ku li rojhilatê Reqayê di navbera HSD û hêzên Şamê de pevçûnên dijwar derketine.

Medyaya Sûriyeyê îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişî baregehên artêşa Sûriyeyê yên li çola Medanê kiriye.
Hat gotin piştî ku HSDyê hinek baregehên Artêşa Sûriyeyê kirine armanc, topavêjên artêşa Sûriyeyê jî bersiv daye.
Li gorî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, HSDyê 29ê Çiriya Pêşîn jî bi mûşekekê êrişî baregeheke artêşa Sûriyeyê ya li derdora Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Helebê kiribû.
Di wê êrişê de du leşker miribûn û yek jî bi giranî birîndar bûbû.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre 7ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku wan di hevdîtineke li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî ya li Şamê de, li ser peymaneke ji bo agirbesteke giştî ya li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê li hev kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 11:53:57





































































































































































