Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo pêşîgirtina li her kiryar û tawanan û, ji bo parastina maf û azadiyên kesên din û pêşîgirtina li her bûyereke civakî, hemû çalakiyên wek meş, mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên din hatine qedexekirin.”
Hat diyarkirin, qedexeya çalakiyan ji îro demjimêr 13.00’an dest pê dike û heta 2 rojan berdewam bike
Wezareta Navxwe roja 4ê Mijdarê serokên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê ji kar dûrxistin û qeymeqam li şûna wan danîn.
Li dijî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, di rojên borî de çendîn xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li ber avahiyên şaredariyên her sê bajaran hatin lidarxistin.