Kovara Forbes raporek li ser giringiya rola Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de belav kir ku tevî hemû nakokî û aloziyên li navçeyê, kar bi awayekî bêalî û ber bi aramiya herêmê ve kar kiriye.
Her wiha pesnê rol û bandora Serok Barzanî ya di yekxistina helwesta Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê daye.
Derbarê bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û rûxandina rejîma Beşar Esed de jî, Forbes got, Herêma Kurdistanê bandoreke wê ya girîng û erênî li ser çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyeyê heye.
Di derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de, kovarê tekez li ser wê yekê kir ku Serok Barzanî roleke wî ya girîng di yekxistina helwesta Kurd li Sûriyê de heye. Herwiha hevdîtina wan jî ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera partiyên kurd ên Sûriyeyê de girîng e.
Di heman demê de, Forbes tekezî li ser rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de kir, ku Pêşmerge li kêleka hêzên Amerîka û hevpeymanan di şerê DAIŞê de şer kiriye.
Her dema ku metirsiya DAIŞê hebe, Serok Barzanî amadehiya hêzên Pêşmerge bo şerê li dijî terorê tekez kiriye.
Ev yek di demekê de ye, Hikûmeta Iraqê û grûpên çekdar daxwaza vekişandina hêzên Amerîkî dikin. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê girîng dibîne, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re, metirsiya DAIŞê berdewam dibe.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dîrokî ne, ji bo Amerîkayê hêza herî pêbawer di şerê li dijî terorê de, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye. Di sala 2024an de, Amerîka nêzîkî 5 milyon dolaran hevkariya Hêzên Pêşmerge kiriye, li gorî plana darayî ya sala 2025an jî, Amerîka dê pişka Pêşmerge di bûdceya berevaniyê ya welatê xwe de zêde bike.