Biden: Em dê Îsraîlê biparêzin

Serokê Amerîkayê got, “Em pêşbînî dikin Îran dê di demeke nêzîk de êrişî Îsraîlê bike.”

13.04.2024, Cts - 09:38

Biden: Em dê Îsraîlê biparêzin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser zanyariyên ku dê Îran di nava 48 saetan de êrişî Îsraîlê bike daxuyanî da û hişyarî da ku êrişî Îsraîlê neyê kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê li ser gefên Îranê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Joe Biden di kongreyeke rojnamegeriyê de li ser pirsa, “Gelo dê Îran kengî êrişî Îsraîlê bike?” got:

“Min dixwest zanyariyeke cihê baweriyê bistînim lê ez li hêviyê me ew êriş niha dikare pêk were. Îran dê êrişî Îsraîlê bike.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da Îranê û got:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin û Îran bi ser nakeve.

Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne. Îran dê her êrişî Îsraîlê bike.”

Joe Biden di berdewamiyê de jî got:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê.”

Biden herwiha bangî Îranê kir êriş neke.

Çi bûbû?

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Li aliyê din Îsraîl dibêje, ew dê bersiva her êrişeke Îranê bidin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh li Binkeya Esmanî ya Til Nofê got:

“Kî zererê bide me, em dê zererê bidin wan. Em ji bo her êrişê û ji bo her parastinê amade ne.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got:

“Her êrişeke rasterast a Îranê ya li axa Îsraîlê dê bibe sedema bersivdayîna Îsraîlê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da û got:

“Hebûna me ya ji bo ewlehiya Îsraîlê li dijî gefên Îranê û wekî stûnên pola ye.

Ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê çi ji destê me bê em dê bikin.”

Ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve Berxwedana Îslamî ya Îraqê berpirsyariya zêdetir ji 160 êrişan li hêzên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Îraqê li xwe girtiye.

Berxwedana Îslamî herî dawî 28ê Kanûna Paşînê li ser sînorê Urdin û Sûriyeyê bi dronan êrişî binkeya esmanî ya Amerîkayê kiribû û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û herî kêm 25 leşker jî birîndar bûbûn.

Li hemberî êrişa binkeya xwe ya esmanî Amerîkayê jî 2yê Sibata 2024an zêdetirî 85 binke û navendên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê bombebaran kiribû.

Herwiha duh Hizbulaha Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x