Serok Barzanî di rûpela 99 a 5emîn pirtûka ‘’Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd – Raperîn Asteng û Derfet’’ an de ku taybete bi vebêjîna bûyerên navbera salên 1991ê heta sala 2002yê û Serok Barzanî amaje bi wê yekê dike ku: ‘’Carekî ez û Mam Celal li gel yek me serdana Bexdayê kir. Hejmarek ji endamên rêveberiya Beis çûbûne gel Sedam û jê re gotibûn ku hemû rêveberiya kurd li vê dere ye, em wan tasfiye bikin.’’
Serok Barzanî di bersiva Sedam Husên bo wan rêveberên Beis de dibêje: ‘’Sedam jî ji wan re gotibû: Ew tiştekî şerm û karekî derveyî exlaqe. Mêvanên me ne û nabe em tiştekî wisa fikir bikin.’’
Herwaha aşkera kir, Sedam bi rêveberên partiya xwe gotiye, rêveberiya kurd ji bo gotûbêj û danûstandinan hatine, eger rêkeftin nehate kirin û vegeriyan û eger hûn zîrekin herin jinavbibin.