Xwepêşandana PDK-Sê li Beyrûtê; Em li Efrînê Pêşmergeyên Rojava dixwazin

Li paytexta Libnanê Beyrûtê jî mîtîngek ji bo şermezarkirina komkujiya Cindirêsê birêve çû. Xwepêşanderan daxwaza destwerdana navdewletî li Efrînê kirin.

27.03.2023, Pts - 05:55

Xwepêşandana PDK-Sê li Beyrûtê; Em li Efrînê Pêşmergeyên Rojava dixwazin
Nuçe Belav bike

Mîtîng li ser daxwaza Rêxistina Libnanê ya Partiya Demokrta Kurdistan – Sûriye (PDK-S) li pêşiya avahiya nûneratiya Yekîtiya Ewropayê ya li Beyrûtê hat lidarxistin.

Di mîtîngê de, meşxelên agir wek sembola agirê Newrozê û alên Kurdistanê hatin bilindkirin. Herwiha di mîtîngê de daxwaza cezakirina kujeran, derxistina grûpên çekdar û hêzên Tirkiyê ji Efrînê hat kirin.

Yek ji xwepêşanderan, Xedîce Ebdulrehman ragihand, “Em îro dixwazin çekdar ji Efrînê derkevin, em Pêşmergeyên Rojava dixwazin, pêşmergeyên me di Îtilafê de ne, madem di Îtilafê de ne, heqê me ye ku biçin welatê me rizgar bikin, îro welatê me bindest e, miletê me bindest e. Em tên kuştin, jinên me tên girtin û dikevin hebs û zîndanan.”

Xedîce Ebdulrehman wêneyê zilamekî jî di destê xwe de bilind kir û got, welatiyê bi navê Ehmed Şêxo li Efrînê di bin îşkenceya çekdaran de hatiye kuştin.

Di êvara 20ê Adara 2023yan de rojek berî Newrozê, çekdarên ser bi grûpa Ehrar El-Şerqiye li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, bi sedema dadana agirê Newrozê teqe li malbateke Kurd kiribûn.

Di bûyerê de 4 welatiyên Kurd ên ji malbatekê hatibûn kuştibûn û 2 kesên din jî birîndar kiribûn.

Ji wê rojê ve heta niha rewş li Efrîn û Cindirêsê ne aram e û welatiyên Kurd ên herêmê xwepêşandanên nerazîbûnê saz dikin. Xelkê Efrînê daxwaza derketina çekdaran ji bajar û bajarokan û cihên niştecîbûnê yên herêmê û herwiha darizandina çekdarên ku li Cindirêsê bûne sedema kuştina 4 welatiyên Kurd dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x