Abdurrahîm Temel: Ocalan garantoriya Mesûd Barzanî dixwaze

Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel (Semawî) got, “Abdullah Ocalan garantoriya Kek Mesûd Barzanî dixwaze.”

12 Sibat 2025 - 07:24
12 Sibat 2025 - 07:24
 0  255
Abdurrahîm Temel: Ocalan garantoriya Mesûd Barzanî dixwaze

Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel (Semawî) li ser pêvajoya nû bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş kir.

Abdurrahîm Temel diyar kir ku Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan li ser “pêvajoya nû” rijd e û got:

“Min gotibû ku 6 vîdeoyên Abdullah Ocalan hene ku yek ji bo gel, yek ji bo Erdogan, yek ji bo Bahçelî, yek ji bo û ji wan re şandiye.

Ew vîdeo di destên dewletê û DEM Partiyê de ne.

Ew vîdeo neanîne pêşiya gel.”

Temel li ser pêwendiya Ocalan a bi Rojavayê Kurdistanê re anî ziman:

“Pêwendiya Mezlûm Ebdî û Abdullah Ocalan bi hev re çêbûye û dan û standinên Ocalan û şaxa Ewropayê û Qendîlê jî çêbûne.”

Abdurrahîm Temel li ser helwesta PKKyê da zanîn:

“Rêxistin dixwaze, dewlet dan û standinan eşkere bike, bîne ziman ji bo ku bibêjin em bûne mixetab.”

Hevserokê Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bûbû mêvanê Rûdawê û eşkere kiribû ku Abdullah Ocalan ji şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê xwestiye ku biçe Herêma Kurdistanê.

Temel li ser pêwendiya birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya bi “pêvajoya nû” re anî ziman:

“Di tifaqa Ocalan û dewletê de şertekî Ocalan heye ku kes vê hêvî nake, ew jî garantoriya Kek Mesûd Barzanî ye.

Erdogan jî vê qebûl dike û dibêje garantoriya Kek Mesûd li ser Rojavayê jî hebe û hukmê wî hebe.

Li ser çareserkirina meseleya tevahiya Kurd û Kurdistanê jî hukmê wî hebe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan gelekî bi Kek Mesûd bawer e.”

Abdurrahîm Temel her wiha anî ziman:

“Ocalan ji heyeta DEM Partiyê re got, heta hûn şêwira Kek Mesûd ji min re neyînin beyanatên min eşkere nekin.

Heyetê hevdîtina bi Kek Mesûd re bi paş xist.”

Çend hevokên din ên girîng ên axaftina Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel (Semawî):

“6 vîdeoyên Ocalan hene ku di destên dewletê û DEM Partiyê de ne.

Abdullah Ocalan garantoriya Kek Mesûd Barzanî dixwaze.

Pêwendiya Mezlûm Ebdî û Abdullah Ocalan çêbûye.

Ocalan ji PKKyê dixwaze çekan deyne.

Ocalan û Tirkan li hev kiriye.

Dibe ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne.

Erdogan gelekî bi Mesûd Barzanî bawer e”