Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!

Bi destpêkirina êrîşên dagirkarî yên Rusîya, li ser Ukraynayê re çerxa şerê energîyê, di asta “jeostratejîya energîyê” de guhertinek bi xwe re anî. Ev guhertin, bingeha guftûgoyek nû ji “Kurdistanek serbixwe” re vedike.

Şeyhmus Ozzengîn

23.04.2022, Cts | 13:26

Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Ewrûpa, ji bona ji bin nîrê energîya Rusîya rizgar bibe û li henber Rusîya nefesek azad bigire; divêtîya wê bi tercîha enerjîyek nû heye. Yek ji daxwazan jî gaz û nefta başûrê Kurdistanê ye. Ev ketîye rojevê. Di vî warî de trafîkek dîplomatîk jî berdewam e. Di vê guftûgoya girêka mijarê de başûrê Kurdistanê li ser masê ye.

Ji bona çareserkirina vê pirsê û hatina jîyanek aşitîxwaz li herêmê; divê Emerîka û Ewrû dev ji wê sîyaseta xwe a statûkoparêz berdin û sîyaseta xwe a bi Tirkîyeyê re biguherînin. Helwesta ku li henber Îran hatîye danîn bidome û hîn jî serttir bibe. Eynî helwest were ser Tîrkîye jî.

Di dema ku Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron li paytextê İraq di hevdîtinan de (04.09.2020) daxuyanîyek dabû. Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, di vê daxûyanîya xwe de eşkere, mesajek vekirî ji Tirkîye û Îran re birê dikir û ev herdû dewlet wek berpirsîyarên destwerdanên nav İraqê û û başûrê Kurdistanê îşaret dikir. Serokkomarê Fransa E. Macron, dîyar kir ku;

“Di van salên dawî de Îran û Tirkîye zerarên pir mezin dan İraq”

Qezda Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, ew bû ku Tirkîye û Îran, du dewletên ku pêşî li çareserkirina pirsgirêkên navbera başûrê Kurdistanê û İraqê digirin û ji dewletbûna kurdan re astengin.

Turkîye û Îran çi astengan derdixin?

Îran, bi Muşekên balîstik her êrîşan tîne ser başûrê Kurdistanê. Di vî warî de Haşdî Şabî û hêza PKK bikar tîne. Nahêle ku Bexda û Hevlêr li ser stratejîyekê li hev bikin û bi aşitî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi derketina îhtîmala neft û gaza Kurdistanê ji bona bazara Ewrûpa, hewlên xwe berfirehtir dike. Bi rêya PKK, medya PKK û bikaranîna girseya PKK re yekrêzîya nav mala kurdan a li henber dewletbûnê ji hev perçe perçe dike. Beşek ji kurdan bi rêka PKK dike dijminê başûrê Kurdistanê, ku di raya giştî de „daxwaza dewletbûna kurdan“ bişikîne. Turkîye, ji hêlekê de PKK û kirêkirîyên xwe yên di medya PKK de li henber yekrêzî û prestîja kurdan a navdewletî bikar tîne, ku bandora „daxwaza dewletbûna kurdan“ bêbandor bike. Ji hêla din de jî bi daxwaza PKK, axa başûrê Kurdistanê dagir dike. Li başûrê Roavayê Kurdistanê jî bi PKK re di nava hemahengîyekê de jî 80 ji % axa Kurdistanê dagirkirîye û demografîya herêmê diguherîne. PKK jî, her van sebeban dide nîşan û terafgirên xwe li henber pêşîlêgirtina îhtîmala dewletbûna kurdan bikar tîne. Yekrêzîya daxwaza dewletbûnê bêîtîbar dike û dixwaze ku bişkîne. Li pişt van hewlên PKK jî dewleta Tirkîyeyê û Îran heye.

Bi destpêkirina hewla dagirkarîya Rusîyayê a li henber axa Ukraynayê re, êrîşên Îran û Tirkîyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê berfireh bûn. Wek ku ji navendekê biryarek hat stendin û hêza PKK a Ewrûpa, a serê çîyê û a başûrê roavayê Kurdistanê hat bikaranîn. Pir enteresane; artêşa Tirkîyeyê, çîyayên herêmên Avaşîn, Basya, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên herêma Berwarî Bala bombebaran dike. Lê PKK, li Ewrûpa li ber derîyên konsolxaneyên Emerîqa girsa xwe dicivîne û Emerîka protesto dike. Li Kurdistanê û medya xwe de jî êrîşan tîne ser başûrê Kurdistanê û malbata barzanîyan!

Rewş eşkereye û pir zelale.

Ji bona ku Ewrûpa, ji gaz û nefta Kurdistanê îstîfade bike û ji bin nîrê energîya Rûsîya rizgar bibe, divêtîya Ewrûpa bi alternatîfek nû a energîyê heye. Ev jî energîya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî divê pirsgirêkên navbera Başûrê Kurdistanê û Bexda bên çareserkirin. An jî rê ji dewletek Kurd a serbixwe re bêt vekirin. Hemû ba û bahoz, boran di virde radibin.

Ji bo vê jî yekrêzîyek navmala Kurd pir girînge di vî warî de. Hemû hewl û tevdegerînên Tirkîye û îran ewin ku vê yekrêzîya nav mala Kurd û îtîbara kurdan di asta navnetewî de daxin astek ketî. Di vir de jî hin Tirkîye û hin jî Îran PKK ji bona pêşîlêgirtina dewletek Kurd bikar tîne.

23.04.2022

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:08:37

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x