Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!

Modela İraq, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengîyan ji vê projeyê re derdixin, ku ev destûr neyê cîhbicih kirin.

Şeyhmus Ozzengîn

19.02.2022, Cts | 08:03

Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Di derheqa federalîzmê de, di navbera Bexda û Hevlêr de di asta cîhbicîhkirina destûrê re nerîn û helwestên cûda hene. Di helwesta partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê de jî, di asta helwesta parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de helwestên cûda hene. Hikûmeta Bexda, cûdatîyên nav mala Kurd, ji bona astengkirina destkevtinên miletê Kurd ji xwe re bikar tîne.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî; di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine.

Modela İraq, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengîyan ji vê projeyê re derdixin, ku ev destûr neyê cîhbicih kirin.

Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe.

Di eslê xwe de, Destûr û modela İraq a nû, mînakek balkêşe. Ji bona avakirina dewletek hevpar, piralî û xwedî maf. Di vê projê de herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî bi girîngî cîh girtine. Mixabin, her çiqa kurdan piştgirî dabin vê projê, ku serkevtî bibe, ewqes jî nîjadperestên İraq bi piştgirîya dewletên kolonyalîst, wek Îran û Tirkîyê her asteng ji vê projê re derxistine.

Li İraq encamên hilbijartinên 10.10.2021 an li hesabê pir alîyan nehat, ji ber ku di van hilbijartiunan de hêzên İraq û beşek ji Kurdan, ku bi Tirkîyê û Îranê re têkildarin, wenda kirin. Ev pênc meh di ser hilbijartinan re derbasbû ye, hîn hikûmet nehatîye damezirandin. Bi lîstikan her dixwazin rewşê aloz bikin.

Ji bona dewlet ku xurt, liser ling bimîne, sê hokerên girîng hene.1-Serwerîyek bihêz, 2-Aborîyek bihêz, 3-Hebûna ewlehî û aramîyek bihêz.

Dewleta Federel a İraq ji van hersê hokeran jî mahrûm e. Di destê teyfeyên mezhebî, destbiçek, nîjadperest û gendelîhezan de, rû bi rûyî qeyranên siyasî, aborî û ewlehîyê ne.

Bi damezirandina „İraqek nû û federal“ re, biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku, heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li Îradeya niştivanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê hin Îran û hin jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a İraq çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexda re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe û destûr cîhbicih bibe. Di vê karesata hikûmeta Federal a İraqê a li henber destkevtinên Kurdistanê de para beşek ji kurdan jî heye! Di virde hêzên sîyasî yên kurdan, berjewendîyên netewî kirin qurbana nakokîyên hizbî.

Di asta federalîzmê de, di navbera Bexda û Hevlêr de nerîn û helwestên cûda hene.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî, hin porjeyên destûrê, ava kirina herêmên federe yên wek navend û başûrê İraqê (herêma federe a Basra) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a İraq wek dewletek ûniter (yekalî) tevdegerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a Kurdistanê de her ku çû kûr kir. Helwesta ûnîterî ya Bexda, bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necef, Besra û Bexda de jî.

Bi dehan madeyên destûrê hene ku cîhbicîh nebûne. Her li Bexda, destek tarî pêşî lê digire, ku ev madeyên destûrê derbasî jîyanê nebin.

Heta niha, ev 18 sale ne Serokkomarê İraqê, ne parlementeran, ne Parlementoya Kurdistanê, ne serokatîya Kurdistanê, ne partîyên Kurdistanê, ne jî Sendîka Parêzerên Kurdistanê ji bona van madeyên destûrê, ku cîhbicîh bibin; serî li Dadgeha Federalî nexistine û doza çimayîya van madeyan nekirine.

Berî bi çend rojan, bi alîkarîya Serokkomarê İraqê Berhem Salîh, sê parlementerên YNK (Dilah Gafur, Karwan Yarweys û Kerim Şukur) û yek jî endamê Çarçoveya Hemahengî yê ku nêzikî Heşda Şeibî ye (Ali Turki Cesum) re, ji bona ku pêşî li berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî bigirin, serî li Dadgeha Federalî ya Iraqê xistibûn û pêşî li berbijêrbûna Xoşyar Zebarî girtibûn. Ev nîyetek xerab bû û lîstikek sîyasî bû. Hinek destên tarî her dixwazin ku ev post, di destê YNK de bimîne. Ji ber ku li hesabê wan tê. Ev 17 sale YNK, vî postê mafê destûrî, ku ji bona Kurdan e, bi xerabî bikar tîne. Berhem Salîh û YNK ji bona ku postê Serokkomarî ji xwe re bigire, vê îmkanê bikar tîne. Lê tu carî serdana Dadgeha Federal ji bona berjewendîyên miletê Kurd, ku bikar bîne neketîye bîra wan.

Di 15.02.2022 de, Dadgeha Federal ya İraqê biryarek din da. Dadgeha Federal ya İraqê di biryara duduyan de, firotina gaz û nefta Kurdistanê bi destê hikumeta Herêma Kurdistanê ne yasayî dît û xwest ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê dahatên neft û gaza Kurdistanê radestî dewleta ferderal a İraqê bike.

Dadgeha Federal a iraqê, hin biryara berbijêrê PDK Xoşyar Zebarî ji bona postê Serokkomarê û hin jî destdirêjîya Dadgeha Federal a ji bona neft û gaza Kurdistanê; bi dîrektîfa hinek hêzên siyasî, ku firseta destdirêjîya destkevtinên Kurdistanê bidest xistin. Biryarên Dadgeha Federal, biryarên siyasî ne û di armanca berevajiya destûra Iraq a Federal dene. Ev mesajên Dadgeha Federal, mesajên xerabin ji bona Herêma Kurdistanê.

Ev 17 sale Dadgeha Federal a İraqê xwedî li destûrê derneketîye. Ev 9 sale nifqê Herêma Kurdistanê, Muçeyên karmendan û hêza Pêşmergan hatîye qutkirin. Hikûmeta Bexda vê, wek çekek dijminane li henber kurdan bikar tîne. Lê heta niha Dadgeha Federal ji bona cîhbicîh kirina destûrê hewl nedaye xwe. Gelo çima di vê demê de, ev dezgeh çalak bû?

Dadgeha Federal, bi van biryarên sîyasî û dijminane, pêşî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girt, ku bi dan û stendinan, ev pirsgirêk li gor destûrê neyên çareser kirin.

Divê Hikûmleta Herêma Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê tu carî fersend nede, ku destkevtinên miletê Kurd bên giftûgo kirin. Desdirêya ser neft û gaza Kurdistanê, Desdirêjîya serwerî û îradeya sîyasî a miletê Kurd e. Divê îradeya netewî û niştimanî destûrê ne ku ev serwerîya miletê Kurd binpê bibe..

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1800 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:16

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x