Divê em berê vî qewmê Çîlekêş, ku bi navê cihûyan têt binavkirin, bi kurtayî nas bikin. Ji dema Îskenderê "mezin," bigre heta împaratorîya Romayê û paşê jî artêşa îslamê li ser cihûyan komkujîyên pir dijwar pêkhanîne. Bi van komkujîyan re Cihû ji axa bav û kalên xwe derketine û li seranserê dinyayê belav bûne. Li her welatê ku lê bicîh bûne jî, îzolasyonek mezin li ser Cuhûyan meşîyaye û ji wan welatan jî raserî surgûnê bûne.
Di dîrokê de Cuhûyan demek dûr û dirêj weke penaberan, li welatên bîyanîyan bê ax û welat, bê dewlet, jîyanek têra xwe tal û tirş dîtine. Serkêşên welatê ku Cuhû lê bicîh bûne, li ser cuhûyan her tecrît meşandine û ji dolivgerîya wî welatî, ji erkên sîyasî hatine bidûrxistin. Jîyanek di bin zor û zixtan de her bûye para wan. Di warê jîyanê de tenê ji Cuhûyan re derîyê zanistê û aborîyê vekirî maye. Li seranserê dinyayê cihûyan jî hemû hêza xwe daye zanist û hêza aborîyê.
Cuhû di asta van herdû mijarên hêja de pir bipêş ketine û serkevtinên mezin bidest xistine. Em dikarin bêjin ku nîvê zana, fîlozofî, zanyarîyên dinyayê Cuhû ne. Dîsa em dikarin bêjin ku îro aborîya cîhanê ji sedî 65 di bin kontrola Cuhûyan de ye. Ev herdû xal bi serê xwe qudret û serkevtina vî miletê serkevtî û hêja ye û cîhê pesnê û hurmetê ye.
Axa ku bi navê Felestîn têt bi navakirin, axa vî qewmê serkevtî ye! Ji ber jîr û zanatîya Cuhûyan, ku raserî jenosîd, koçberî û surgûnan bûne, demek dirêj ji wê axê jî dûr ketine.
Qudus cîh û warê wan e. Di vî warî de hemû belgeyên dîrokî vê rastîyê piştras dikin. Di herçar pirtûkên pîroz de jî ev rastî derbas dibe. Her kesê ku bi wîcdan li ser van her çar pirtûkan lêkolînê bike, wê vê rastîyê bibîne. Yên ku vê rastîyê înkar bikin, ji herçar pirtûkan jî para xwe nagirin.
Bi vê hêza zanistê û aborîyê, Cuhûyan jîyanek serkevtî li dîyaspora ava kirin. Mixabin, di şerê duyem yê cîhanê de Cuhû raserî jenosîdek mezin hatin. Di vê jenosîdê de 6 milîyon Cuhû di agirê zilma nazîyan de hatin jarkirin, hatin şewitandin û hatin kujtin. Nazîst, li çarhawêrê cîhanê dest bi seyda Cuhûyan kiribûn.
Cuhûyan restîyek din fêhm kirin, ku ji xeynî welatê bav û kalan, tu welat, tu ax nabe cîhê debarê ji wan re. Ev mal û milkê wan, ku dewleta wan be, nabe malê wan. Rastîya jenosîd û surgûnîya li ser wan ev rastî derxist zanistê.
Li ser vê zanistê cuhûyan li seranserê dinyayê xwe biserhev de anîn û di bin rêbertîya Teodor Herzox û Sîyon de dest bi kirîna axa bav û kalan kirin. Qudus jî di nav de buhust bi buhust axa xwe bi diravên xwe ji ereban kirîn û li ser bicîn bûn.
Ev axa ku îro bi navê Felestînê û Îsraîlê têt binav kirin hemû bi diravên xwe kirîne. Ew misilmanên ku ji bona Qudusê cîhadê dikin, pir baş dizanin ku bav û kalên wan wek milkê cuhûyan bi diravan firotine cuhûyan. Cuhûyan ev ax bi diravan kirîn û li ser vê axê bi piştgirîya hêzên cîhanê dewleta xwe Îsraîl, ava kirin.
Ew misilman û çepgirên ku bi navê ‘’piştgirîya Felestînê“ li kolanan dijminatîya Cuhûyan dikin; ew bi eslê xwe rolê Nazîstan girtine ser milê xwe û dixwazin ku vî qewmê serkevtî bi jenosîdan ji holê rakin û barbarîya xwe li ser herêmê îlan bikin. Her yekê ku vê rastîya Cuhûyan înkar bike, ew qetla Cuhûyan helal dike. Ev jî li ser navê îslamê rastîya diminatîya Îsraîlê û cuhûyan bi xwe ye.
Ew Kurdê li ser navê îslamê û li ser navê ‘’mafê Felestînê“ cîhadê dike, ew bi xwe, dijminê doza Kurd û Kurdistanê ye. Di warê xîyanetê de, rastîya Kurdistanê ji çavan dûr dixe û bi dû îdeolojîya îslamê de, dibe pergalê dijminatîya ku li ser cuhûyan dimeşe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.