Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?

Dema ku stratejîyek netewî, Kurdistanî û hevpar a kurdan tine be! Ev fersendek mezine ji dijminên kurdan re. Helbet wê dijminên kurdan vê perçebûna kurdan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin. Di xwedîkirin û peydakirina vê fersendê de hestên partîzanî, helwesta partîzanî û dûrketina ji hestên netewî, kurdistanî xwedî rolek mezin e. Fersendê dide dijmin ku, dijmin li seranserê Kurdistanê rehet bi kurdan bilîze.

Şeyhmus Ozzengîn

18.02.2021, Per | 16:14

Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?
Nêrîn Belav bike

Li Başûrê Kurdistanê herêmek azad di destê kurdan de heye. Dewletek ne îlankirî a Kurdistanê ye. Di asta netewî de jî xwedî nasnameya „herêmek federal“ a Dewleta İraqê ye. Lê ji ber helwesta Erebên nîjadperest, ku bi dijminên kurdan re têkildar; ev federasyon, her di nav nakokîyan de, di bin êrîşan de liser ling maye. Pir kêmasîyên sîyaseta vê herêmê hene. Pir xete jî kirine, lê halî hazir di destê me de ev herêma azad heye û ji bona pêşeroja kurdan gulokek zêrîn e. Divê em rê nedin, ku dijminên kurdan, wek gulokek berfê di nav lepên xwe de bihilînin û Kurd û Kurdistanê têk bibin. Divê em bingehê ji vê guloka zêrîn re çêkin; ku tîrêjên xwe bide herçar perçên Kurdistanê, her wek hêvîyek kurdistanî li ser ling bimîne.

Çi rê dide ku dijmin ewqas hêsan tê ser me?

Di nav mala Kurd de nakokîyên hizbî derketine astek pir xerab, ku pêşî li berjewendîyên netewî û niştimanî digire. Partîyên heyî, ji bona ku hevûdû zeîf bixin, bi dijmin re têkildar êrîşên ser hev meşrû dikin. Ev helwesta partîzanî, ne ji bona hevkarî û hevgirtinek netewî, ji bona perçekirin û dagirkirina xaka kurdan rolekî neyênî dilîzin, ku ev ji êrîşên dijminan re rê vedike. Ev helwest, hevkarîya nav mala Kurd red dike û bi hêzên li herêmê, li dij berjewendîyên kurdan ku xwedî rolin re tevdigere û di nava hemahengîyan de ne.

Ez vî xalî hinek din zelal bikim:

YNK û Tevgera Goran şirîkên hikûmeta herêma Kurdistanê ne. Hemû postên hikûmetê lihev parve kirine û di eslê xwe de ahlaqî jî şirîkê başî û xerabîyên hikûmetê ne û berpirsîyarin jî. Lê di jîyanê de rastî ne eve: Li Hevlêr şirîkê postên hikûmetê ne, lê li Bexda û Silêmanîyê dijminê hikûmetê ne. Şirîkê qezencan e, lê pirsgirêkan û têkçûnan, qeyrdanan jî dixin stûyê PDK ê! Gunehê PDK jî ewe, ku damarek netewî kurdistanî hildigire nav xwe û partîya yekem û herî gewre ya Herêmê ye.

PKK, êrîşan tîne ser Herêma Kurdistanê, borîyên nefta Kurdistanê diteqîne û zerarê dide aborîya kurdistanê. Êrîşan tîne ser hêzên parastina ewlehîya Kurdistanê (pêşmergan) û dikuje. Kemînan li ber karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê datîne û bi qanasan dikuje. Statûya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, wezaret û dadwerîya Herêma Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê nasnake. Ji bona têkbirina xaka azad dixebite. Lê Tevgera Goran û YNK; bi PKK re, di nava hemahengîyekê de; van êrîşan wek êrîşên hizbî, ku tên ser PDK dinirxînin û banga „em li dijî şerê birakujî ne“ dikin û êrîşên ku tên ser statûya Kurdistanê vedişêrin!

Li Bexda, di navbera nîjadperestên ereban û tirkmenan de, ku bi Îran û Tirkîyê re têkildarin, hemahengîyek heye. Dixwazin destkevtinên Kurdistanê, desthilatdarîya kurdan têk bibin. Bi salane ji Xaneqîn, Kerkûk, Duz Xurmato heta Şingal dagir kirine û bi demografîya herêman dilîzin. Destûra federalî binpê kirine. Maaşên karmendên herêmê, mûçe û butçe ya Herêma Kurdistanê nadin. Artêşa Pêşmerge wek beşek ji artêşa İraq qebûl nakin û Kurd û kurdistanîyan bi birçîbûnê tehdît dikin; lê berpirsîyarên van qeyranan li Silêmanîyê wek „PDK“ didin nîşan û karesatên ku İraq tîne serê Kurdistanê vedişêrin. Ji ber ku; Bexda doza radestkirina derîyên reşayî yên gumrika Kurdistanê, Nefta Kurdistanê û derîyên Hewayî dike! PDK jî vê helwesta Bexda wek têkbirina statûya Herêma Kurdistanê dinirxîne û li henber Bexda derdikeve. Lê wek hikûmet, wek nûnerên Kurdistanê li Bexda, ji bona parastina xak û destkevtinên kurdan tevnagerin.

Di virde ênîyek derdikeve ber me; ku beşek ji kurdan jî bi Haşdî Şabî, Ênîya Tirkmenan û Îran, beşek ji Şîeyên İraq re têkildar, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran de; bi hemahengî cîh girtine. Bi muşekan, êrîşan tînin ser Hevlêr. Dixwazin asayîşa Herêma Kurdistanê têkbibin. Lê di nava van êrîşan de hemahengîya ku li Bexda, li Tehran û li Enqera bi beşek ji kurdan re, wek dorpêçek ser xaka Kurdistanê nayê nirxanrdin û şirîkên hikûmeta Hevlêr bi PDK re helwestê danaynin û yekrêzîyek kurdistanî ava nakin!

Mûşekên, ku tên ser hevlêr û qutkirina risqê miletê Kurd, yên ku Made ya 140 pêknaynin û demografîya Herêmê duguherin yek destin. Ev dest heta Bexda dirêje û beşek mezin ji kurdan jî di nav vê hemahengîyê de ne û dijminên Kurd û Kurdistanê jî hêza xwe ji vir digirin.

Tehdîda ku Bexda tîne ser Kurdistanê, êrîşên dewleta tirk, ku li ser çîyayên Kurdistanê bicîh dibe; xwepêşandanên ku li Silêmanîyê agir berdan mal û milkên kurdan, mûşekên ku bi destê Îran hatine çêkirin; ku çendîn carin davêjin Hevlêr, daxwaza veqetandina bajarê Silêmanîyê û „perçekirina xaka Herêma Kurdistanê“ , teqadina borîyên nefta Kurdistanê û êrîşên ku medya PKK tîne ser Kurdistanê, hemû yek destin û aktorên van êrîşan Îran û tTrkîyê ye.

Ev ênîya dijberî Kurd û Kurdistanê, di nava hemahengîyek stratejîk de, Herêma Kurdistanê xistîye bin dorpêçê. Yên ku vê dorpêçê hêsan jî dike rewşa kurdan bi xwe ye.

18.02.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:32

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x