Dewletek federal a İraq Mumkûn e?

İraq, di sala 2005 an de bi destûrek demokratîk û piralî, wek dewletek federal ji herêman hat damezirandin û ev destûr, bi referandûmê hat pejirandin. Herêma Kurdistanê jî wek herêmek federe pê ve hat girêdan. Ji roja ev destûr hatîye pejirandin û heta niha, ev destûr bi piranî bicîh nebûye.

Şeyhmus Ozzengîn

15.10.2021, Cum | 17:56

Dewletek federal a İraq Mumkûn e?
Nêrîn Belav bike

Ji bona dewletek xurt, li ser ling û tevdigerînek demokratîk, sê hokar û hîmên serete lazimin. Ev, hebûna dewamîya dewletê garantî dike.

Ev, yek ji wan serwerîyek bihêz e. A duyem, aborîyek bihêz e. a sîyem jî garantî kirina ewlehî û aramîyê ye. Di welatekî de eger ev her sê hîmên serete tinebin, jikestina dewletê pir hêsan dibe.

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erkû hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin, çeka destê hêza sîyasî a li pişt wan in. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter.

Pir caran ev rewş derketîye ber me ku îktîdar û serokwezîr, bêtaqet hiştîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Nehiştîye ku, serokwezir li gor destûr û yasayan tevbigere. Ev jî eşkere derdixe ber me ku, Haşdî Şabî, hêza xwe ji Îran digire û li İraq bûye artêşa dewleta kûr a mezhebî û ne yasayî. Haşdî Şabî û hêza sîyasî a li pişt, xwe tenê ne alternatîfa îktîdarê, xwe xwedîyê dewletê dibîne û li gor vê xwestinê, xwe dîzaîn dike. Ev rewş jî serwerîya İraq xistîye bin metirsîyek mezin, ku dikare bibe bingeha şerekî tayfî, mezhebî.

Ji hêla Aborî de jî îraq jikestinek mezin xwarîye. Bi projeyên xeyalî, bi destê van hêzên ne yasayî aborîya İraq talan dibe. Dewletê li pir herêmên İraq a Federal jikestin xwerîye. Ne Dewleta Federal, lê hebûna dewletê bi xwe jikestin xwarîye. Bawerîya piştgirî a gel wenda kirîye. Ew şîe û nîjadperestên ku aborîya dewletê bi gendelîyan talan dikin, gelê İraq radestî xêzanîyek mezin kirine.

Ji hêla din de; ev hêzên ne yasayî û dijdestûr her xwestine ku Kurdistan a federe jî bi birçîbûn û xîzanîyê teslîm bigirin. Ji ber wê jî butçe ya herêma Kurdistanê di vî warî de her wek tehdît li henber Kurdistanê bikar anîne. Mafê Kurd û Kurdistanê yên destûrî binpê kirine. Di vir de hêza aborî û serwerîya dewleta Federal her derxistine giftûgoyê.

Bi salan e gelê İraqê bi çalakî û xwepêşandanan ev rewş protesto kirine. Daxwazên wan her li ser kaxizan mane û heta ku ev hêzên ne yasayî û dijdestûrî li Bexda xwedî hêz bin, wê ne daxwazên gelê İraqê û ne jî daxwazê herêma Kurdistanê neyên cîh kirin. Ew hêza dewleta kûr a şîe û nîjadperest, ku li Bexda û di nav hêza çekdar de xwedî hêz û bibandore, wê bi hêsanî rê nede ku li İraq destûr bicîh bibe û dewletek yasayî ava bibe. Ev jî her ewlehî û aramîya İraq dixe bin tehlûkê.

Li İraq, di 10.10.2021 an de hilbijartin çêbûn. Hilbijartin ji hêla çavdêrîya navnetewî de bi kontrolek bihêz, di aramîyê de pêk hat. Beşdarîya gel a hilbijartinan 41 ji % derbas nekir. Ev jî pejirandina şikestina hêvîya gel a li ser hebûna dewleta İraq dide nîşan, ne a destûr û dewleta Federal! Beşa ku beşdarî hilbijartinan nebûye 59 ji %î ye. Ev nerazîbûna gelê İraqê, rewşa dewletê eşkere dike.

Beşa ku beşdarî hilbijartinan bûye jî raya xwe pir eşkere kirîye, ku bandora Haşdî Şabî, sîyaseta mezhebî û tayfî qebûl nake. Daxwaz ew bû ku, gelê İraqê bi beşdarbûna hilbijartinan Iraqê bibe qonaxeke nû. Ji ber wê jî Mustefa Kazimî di zûtirîn sibaha dengdanê de gazî İraqîyan kir ku:

“Divê bi rêya sindoqên dengdanê vê rastiya xwe biguherin, banga min bo Iraqiyan ew e ku deng bidin.”(!)

Gelo wê ev hilbijartin qonaxek nû ji İraqê re bîne?

Encama hilbijartinan erênî ye.

Di vê hilbijartinê (10.10.2021) de hêzên bi ser Haşdî şabî ve wek Fetih û komikên Nuceba, Hizbullah, Rebûllah, Esayîbên Ehlê Heq û fermandeyên derveyî hikûmetê wenda kirin. Lê wê ev bandor li avakirina hikûmetek nû de çawa derkeve ber me ne dîyare.

Di nav Şîeyan de grûba herî mezin Tevgera Sedir e. Grûbên din yên Şie ji encama hilbijartinan nerazî ne. Dibe ku di siberojê de li nav aliyên Şîe nakokî kûr bibe û rûbirûbûn serî hilde. Ev metirsî her heye. Ji ber ku grûbên ne yasayî yên dewleta kûr a İraq wê zû bi zû encamên hilbijartinan qebûl nekin.

Di daxûyanîya rêberê Tevgera Sedir de jî bêhna alozîyan heye. Mukteda es Sadir dibêje; hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.“(!)

Kurd û Sûnne ji vê daxûyanîyê wê aciz bin. Ji ber ku ne Kurd û ne jî Sûnne naxwazin ku hêzên hevpeymanan û Emerîka ji İraq derkeve. Vê daxwazê wek sebeba alozkirina dewleta İraqê dibînin. Li İraq metirsîyek şerê mezhebî a raketî heye ku derkeve têkejîyanê. Îran bi îhtîmala ku li İraq wenda bike, wê van komên di xewde hişyar bike û daxe qadê.

Di van hilbijartinan de encam ne xerabin, lê wê ev encam bandorek û derîyekî nû ji İraqek Federal û destûrnas re bîne an na? Eerêkirina vê xwezîyê pir girîng e.

15.10.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:05:15

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x