Hunermend -Arif Sevinç

Ji wêneyên Arif Sevinç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî tê. Arif Sevinç, me bi awaz û bi rengan re dibe sedsalên berê yê Kurdistan. Geh dibe Şêx Seîdê Kal, geh dibe berxwedana Agirê, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyên Teyra, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Mem û zîn.

Şeyhmus Ozzengîn

05.08.2019, Pts | 21:35

Hunermend -Arif Sevinç
Nêrîn Belav bike

Arif Sevinç, wênekarekî Kurdewarî yê sedsala 21a ye. Ji bona berxwedan û serhildanên Kurdistan, ji bona wêjeya devkî a Kurdistan, ji bona qahremanên destan û serhildanên Kurd û Kurdistan, bûye nefes, reng û bîhna dewrana tevgera millî a Kurdistan.

Ji wêneyên Arif Sevînç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî difûre. Arif Sevînç, me bi awaz û bi rengan re dibe sedsalên berê yê Kurdistan. Geh dibe berxwedana Agirê, geh dibe dengê şêx Seîdê kal, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyên Teyra, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Ahmedê Hanî û Mem û Zîn.

Di sedsala me de dibe yek ji girtîyên zîndana Amedê. Agir, zilm û zardarîya ser van girtîyên doza Kurdistan, bi rengan dinexşîne û datîne ber me.

Carnan dibe zarokên ku li kuçên Amedê, li dijî dagirkeran, bi kevirên xwe şer dikin û hêvîya azadîyê geş dike..

Carnan dibe êrîşên çardijminên Kurdistan û dibe dermanê tenêtîya kurdan û dermanê hêvîya pêşeroja doza netewî.

Carnan jî dibe deşt û mêrgên Kurdistan û bi xwezaya Kurdistan re, dibe şalûl û bilbil, dibe nêrgiz, gul û beybûn û bi şengûpenga Kurdistan, bi Newrozên Kurdistan re derdikeve ber me û me dike heyranê xwe.

Dema ku min dest bi danasîna hunermendên Kurd kir, li ser danasîna hunermendan û teknîka şîrovekirina berhemên wan, di navbera min û hunermend Serhad Bapir de nivîsandina nameyan jî destpê kir. Hunermendê hêja Serhad Bapir, çend nameyên hêja ji min re şand. Yek ji van nameyan, şîroveya li ser wêneyek Arîf Sevinç bû.

Serhad Bapîr, wêneyek Arîf Sevinç, -ku li gor min jî pêkerek ji rewşa Kurd û Kurdistan a dîrokîye- a „çardijmin û Kurd“ di nameyekê de şîrove kir. Min biryar da ku danasîna Arîf Sevinç, bi şîroveya hunermendekî din yê xwedî hest û ramanên netewî, encak dikare bibe babetek berbiçav a danasîna hunermend Arîf Sevînç.

Bi vê armancê jî, ez vê beşa nameya Serhad Bapîr ji bona danasîna berhemên hunermendê hêja Arîf Sevînç, di nivîsê de bikar tînim..

Serhad Bapîr li ser wêneya „Çardijmin û Kurd“ radiweste û hestên xwe, zîrektîya xwe a ser huner û zîrektîya xwe a ser şîrovekarîya huner bi me re parvedike.

Em bi hev re Serhad Bapîr bixwînin!

Wêneya Hunermend Arîf Sevînç -Çardijmin û Kurd:

Di berhemê da 5 fîgur hene ku 4 ji wan serên wan qoqên mirîyan e lê bi cil in. Fîgurekî jî bi cil û libasê kurdî ye û serê wî ne wekî serê 4 ên din, lê serê mirovê sax e. Ev her çar serqoq bi hemû hêza xwe êrîşî vî Kurdî dikin û lêdidin. Rûyê vî Kurdî baş xwiya nake û serê wî ji lêdana pişt û serî, ber bi pêş va hinek xwar bûye, “ bêkes, bêçare, bêpişt” e û xwîya dike ku ketîye “bindestê” van çar kesan. Ev dîmen gelek dişibe dîmen û rewşa girtîyên siyasî yên di destê îşkencekarên dewletên dîktator û zilmkar da, di îşkencexaneyan da zebanîyên dewleta Tirkan bi vî awayê girtîyên Kurd êşkence dikin.

Ev dîmenekî alagorîk e û alagorîya Kurdistanê ye ku ketîye bindestê 4 dewletên dagirker. Cirgî ku Kurd bûne bindestê van 4 dewletan, jîyana wan her ev bûye, Kurd her “bêkes, bêçare, bêpişt û bindest“ mane.

Di warê teknîkî va, berhem bi firçeyên bi lez û hêz yên li pêy hev hatîye çêkirinê; reng bi hêsanî derbasî nav hevûdû dibin, bêyî ku xêzikên sereke yên fîguran zêde ji hev cûda bibin û ev yek enerjî û tevgerê dide vê berhema dînamîk. Kurd bi rengên ronak hatîye çêkirinê û ji her 4 ên din zêdetir baş xwîya dike, her çiqas wek girtî, bê lebat û tevger be jî, kesê sereke yê vê berhemê ye û di navenda berhemê da ye. Rû û awirên van her 4 zebaniyan jî berê me ber bi vî mazlûmê va dibe.

Cîh û war di berhemê da ne kıfş e, nivê jorê bi rengê girtî û yê xwarê jî bi rengê ronak e, ev dişibe sahneya şanoyê, erê ev sahneya trajedîya berdewam ya miletê Kurd e. Awayê bicihkirin û xêzikên ne zelal yên şiklên fîguran, rengên ku derbasî nava hevûdû dibin û hêz û tevgera vê wêneyê, berhemê dike wêneyekî ekspresîyonîstî.

Jı aliyê din va ev berhem bi berhemên hunermendê Kurd Arîf Sevînç yê di serdema despêkê ra zêdetir têkilîdar e. Têkoşerê Kurd yek ji dehhezaran girtîyên siyasî yên Kurd bû, ku di sala 1982 ya da ji alîyê dewleta Tirk va hate girtin û ewî jî zilm, zordarî û îşkeneceyan dît û piştî ku di sala 1986 a da hate berdan tafil wêneyên nava girtîxaneyê, îşkence û zilma dewlata dagirker çêkir. Wek hunermendeki zîrek bi hêza hunera xwe şahidîya bûyeran kir. Arîf Sevînç van berhemên xwe di katalogekî piçûk ya 24 rûpelî, ya bi navê “Haya Te Jê Heye Diwarê Jı Kevır” da di sala 1987 a da çapkir. Di vê katalogê da 31 berhemên hunermend hene.

Di salên dumayîkê da hunermend zêdetir berhemên ser destan, dîrok, mîtojojîya û hwd. kurdî çêdike. Her wusa Arîf Sevînç yek ji sîyasetvanên çalak yê bakûrê Kurdistanê ye û li Dîyarbekirê dijî.

Ha erê, me got Dîyarbekir, di sala 2015 da li Ameda bakûrê Kurdistanê bi beşdarbûna 230 hunermendên profesyonel û amatorî, bi sernavê “Hevdîtina Hunerî Ya Kurdistanê Ya Navnetewî” pêşengehek çêbû. Pêşengeh, ji alîyê Bajarvanîya Amedê va hate sazkirin. Ji bo vê pêşengehê ne bani Arıîf Sevînç û ne jî banî bi dehan hunermendên jêhatî yê Kurd hate kirin. Hiş û kesên ku vê pêşengeha bi vî navê qerase organîze kirin, xwîya ye, ji bo pîvana ka ê banî kê bikin û kê nekin, fikirîne ku “bila ji me be, ku ne ji me be jî qenebî bila ne xwedî ramanekî din yê rexnegir yê li himberê me be” bûye.

Hunermend Serhad Bapîr

___________________________________

Arif Sevinç, di sala 1959 an de li Agirê, bajarokê Bazîdê hatîye dinê. Dibistana serete û a navîn li Bazîdê kuta kirîye. Dibistana amadeyî li bajarê Qeyserî kuta kir. Di eynî demê de dest bi wênekarîyê dike. Li eynî dibistanê yekem pêşengeha xwe lidar dixe. Di destpêkê de bi pênûsa reş kar kirîye.

Di sala 1982 an de li Amedê dest bi xwendina bilind a perwerdeyî dike. Di eynî salê de polîsên tirkan wî digirin. Piştî binçavkirin, lêpirsîn û bi mehan îşkencê, wî teslîmî zîndana Amedê a 5 Nemro dikin. Çar salan di zîndana leşkerî a Amedê de dimîne. Ew metod, zilm û zordarî û wahşeta zîndana Amedê a Nemro 5 dibe para hunermendê me jî. Zîndana Leşkerî a Amedê dibe beşek ji jîyana hunermendê hêja.

Di havîna 1986 an de ji zîndanê derdikeve. Pêvajoka xwe ya binçavkirinê, lêpirsînê û salên zîndanê derbasî ser tuwalê dike. Lêxistin, sahneyên îşkenceyên zîndanê têsîrek mezin li ser hunermendê me çêdike û yek bi yek di serê xwe de qeyd dike. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, derbasî ser tuwalê dike van wêneyan yek bi yek. Ev şaheserên wênekarê me dibin belgeyên zor û zilma zîndana Leşkerî a Amedê Nemro 5!

Di sala 1987 an de, li salona Weqfa Yekitîya Mulkîyelîyan û Komela Mafê Mirova ya Edenê, bi navê “Xebera Te Heye Dîwarê bikevir” pêşengeha xwe lidardixe. Ji dervê vê her sal beşdarî pêşengeha Weqfa Mafê Mirova a cûre cûre dibe.

Di 2008 an li Swîsre û Elmanya, di 2009 an li Amedê û berdewam li Stenbolê pêşengeh vekirine.

Di warê neqş, Afîş û pîlankirina qapaxên pirtûkan de karê xwe berdewam dimeşîne.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2857 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:20:10

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x