Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin!

Serkirdayetîya YNKê, ev demek dirêje bi helwest û meramên PKKê tevdigere. Sloganên PKK bikar tîne û bi zimanê PKK êrîşî PDKê dike. Tu dibê qey piştî hilbijartinan wê YNK divêtîya wê bi PDKê tunebe û wê bi hev re Parlementoya Kurdistanê nedin xebitandin tevdigere.

Şeyhmus Ozzengîn

27.09.2024, Cum | 16:10

Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin!
Nêrîn Belav bike

Çarhawêrên Kurdistanê di nav agirê şerekî bêdawî de ye. Ne dîyare ku wê ev guloka agirê şer kengî û çawa bidawî bibe! Bandora vî şerî li ser Kurdistanê jî heye. Di herêma Rojhilata Naverast de em Kurd, destê xwe dirêjî çi bikin, dibe gulokek agir di destê me de. Ji ber wê jî zîrektî, girêdanên xurt û sîyasetek aqilane ji her roj bêtir divêtîya me pê heye.

Ji hêzên îslamîst yên wekaletê û dewletên îslamê re Îsraîl; “devletek divê jiholê rabe“ ye. Dijminatîya Îsraîlê; li ser esasên olî û berjewemendîyên sîyasî-dîktatorî bi şîveyek dijminatîya cuhûyan dimeşe. İslam, bûye çekek mezin di destê dewletên wek Îranê, Tirkîyeyê û Katarê de. Li ser „bawermendîyê ku wek çek, ji bona bicîhkirina armanc û berjewendîyên xwe bikar bîne“, Ola îslamê kirine çekek mezin ji bona dîzaînkirina civata îslamê.

Ev bi şîveyek tundûtûjî, li ser esasên terörê, zorbatîyêdimeşe. Serîyekî vî şerê wekaletê digîhêje me jî. Hinek hêzên nav mala Kurd jî, ji bona berjewendîyên xwe yên grûbî-hizbî dixwazin ji vê tundûtûjîyê fêdê bigirin. Ev gulokek agire û berjewendîyên miletê Kurd dixe bir tehlûkê.

Di nav vê hengameya Rojhilata Naverast de; li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li pêş me ne. Di 20.10.2024an de ye. Propaganda hilbijartinan di 25.09.2024an de destpê kir. Mixabin, ev propaganda ya hilbijartinan, ne bi hestên ku hemû hêzên başûrê Kurdistanê berpirsîyarên destkevtin û sîstema Kurdistanê ne; bi hestek dijminane, ku qet wê divêtîya wan bi hev re tunebe û ew destkevtinên li ser wê axa pîroz neyên hemûya ne, tevdigerin. Ev jî dibe çekek mezin û dikeve destê dijminên miletê Kurd û Kurdistanê.

Serkirdayetîya YNKê, ev demek dirêje bi helwest û meramên PKKê tevdigere. Sloganên PKK bikar tîne û bi zimanê PKK êrîşî PDKê dike. Tu dibê qey piştî hilbijartinan wê YNK divêtîya wê bi PDKê tunebe û wê bi hev re Parlementoya Kurdistanê nedin xebitandin tevdigere.

PKK, hêzek wekaletê ya serê çîyayên Kurdistanê ye. Hevsarê pratîka PKK di destê pir hêzan de ye! Lê YNK, hêzek medenî a ku li ser axek xwedî statûye. Mafe YNKê tineye ku wek hêzek serê çîyê tevbigere. Dema serê çîyê derbas bûye.

YNK li bajaran, di nav civatê de rû bî rûyî berjewendîyên civatê ye. Ji perwerdê, tendurustî û bicîhkirina jîyanê ji ciavtê re bigire, heta bezirganî û ewlehîya civatê berpirsîyare! Nikare bi mejêyekî “çi dibe bila bibe“, bizrê kînê û nefretê biçîne. YNK, ne PKK ye û di tunel û jikevtên Kurdistanê de najî. Li bajar û bajarokên Kurdistanê, di nav civatê de berpirsîyare û divê li gor vê berpirsîyarîya xwe tevbigere.

Divê qedroyên kevin yên YNK xwedî li keda xwe û li destkevtinên xwe derkevin. Meydanê ji van kesên ku ji sîyasetê û ji keda dehan salan, xwîna şehîdan tineye re nehêlin. Nikaribin jî divê bi dengên xwe, bi şiveyek demokratîk bikin ku ev sîyaseta bêberpirsîyar û tundrev têkhere.

Birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Birêz Qûbat Talabanî jî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ye. Ji ber ku van rojan serkirdeyê YNKê Bafel Talabanî bi zimanê PKK diaxive û bi îdeayên bêbingeh, êrîşî desthilatdarîya Herêma Kurdistanê û PDKê dike, sirrek sert bi destpêkirina propagandayên hilbijartinan re ji terefên serkirdeyên YNKê destpê kirîye. YNK, li Silêmanîyê muhalefete û li hevlêr jî şirîkê hikûmetê ye.

Serkirdeyên YNKê, Herêma Silêmanîyê wek milkê bavê xwe bikar tînin. Dest datînin ser dahatên herêma Silêmanîyê û nadin qaseya navendî a herêma Kurdistanê. Dest datinin ser van dahatan û xizmetguzarîyê jî nakin.

Silêmanîyê bûye wargeh ji PKK re û medya PKKê anîye li Silêmanîyê bicîh kirîye. Bi rîya vê medyayê bi îdeayên bêbingeh bizrê dijminatîyê di navbera sîyaseta Herêma Kurdistanê de têt çandin.

Bi İraqê, Îranê û Haşdî Şabî-PKK re dixwazin desthilatdarîyekê ava bikin. Ev dijminatîya sîstem, destkevtin û pêşeroja herêma Kurdistanê bi xwe ye. Di vir de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî ji cîgirê xwe Qûbat Talabanî pirsekê dike!

Dipirse; „Hûn dixwezin îktîdara me bi dawî bînin, armanca we eve?“ Di vir de Qubat Talabanî ku cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ye bersîvê dide û dibêje; “belê emê Îktîdara we bidawî bînin“(!) Ev ziman, ne zimanekî sîyasî û çêker e. Ev ziman yê xerakirinê ye. Ev zimanê Qubat Talabanî, dîyar dike ew jî ketîye hewa Bafel Talabanî!

Gelo Rewşenbîr, hunermend, zana, aqilmend, kadroyên kevin yên YNKê, bezirgan û dikandarên Silêmanîyê, rûniştînerên silêmanîyê çi difikirin di derpeqa desthilatdarên Silêmanîyê de? Gelo nabînin ku serkirdeyên YNK û zarokên Mam Celal, Silêmanîyê ji bona berjewendîyên biqirêj bikar tînin?

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:10

Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk!Danasîn!Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye!Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber!Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e!Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VIDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IVDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIIDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIDîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!Abdullah Kiran û Kurdperwerî!Mirwet!Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye!Bingeha Mirovatîyê Xîret e!Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye!Dîktatorîya Îslamî û mirovatî!Panorama 2023Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê yeNemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê!Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV)Rûpelek ji Dîrokê (III)Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji DîrokêRêbaza Doza Kurdistanê!Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK!Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû.Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!Birek û Dar!Erdhej û dewleta tirkan!Zarokên KurdBaşûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê!D A N A S Î N!J e n o s î d!Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!Panorama 2022Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere?Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!Jîna Emînî û Îran!Êlûn û Referandûm.Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!Dêr a ZehferanêLi İraqê Çi dibe?Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!Dilovanekî Kurd; Abit GursesÇareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!Finlandîya-Swêd û PKK!Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!Lepên TarîQedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!Panorama sala 2021ê!Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!Kurdistan!Bêdengîyek metirsîdar!Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin!Dewletek federal a İraq Mumkûn e?Modela İraq, Kurd û hilbijartin!Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron!Kurdistan û Efxanîstan!Afganistan û metodên Emerîka!Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe!Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!Serkirdeyên PKK û Kurdkujî!Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!Partîhezî û Neteweperperwerî!Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!BEXDA!Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran!Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!''Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?Ji Raya Giştî reÊrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!PANOREMA 2020Fabel û Riza Topalê Hulmanî!Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN!GELÎYÊ ZÎLAN!Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“Joe Biden û Kurd!John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin!Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast!Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan!Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!PANORAMA 2019 an!Pirsgirêkên YNK û Kongre!Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e!Wê dahatên neftê ji kurdan re binDenklem Tên Guhertin!Divê Kurd Çi bikin?Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!Li Sûrîye Guhertin û Denklem!Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd!Hunermend -Arif SevinçHunermendê Mozayîkê, Îman HisênKurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin!ŞûjinBiranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!'Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x