Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?

Rojhilata Naverast, carek din raserî çelqandinek mezin dibe; lê hîn ne dîyare, ev boranek nû ye, yan herêm ber bi erdhejek pilebilind ve diçe!

Şeyhmus Ozzengîn

09.08.2024, Cum | 15:36

Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?
Nêrîn Belav bike

Rojhilata Naverast, carek din raserî çelqandinek mezin dibe; lê hîn ne dîyare, ev boranek nû ye, yan herêm ber bi erdhejek pilebilind ve diçe!

Şerê Xezayê ku HAMASê destpê kir, 300 rojên xwe derbas kir. Ev şerê HAMASê bû sebebê kujtina bi dehhezaran mirovên medenî.

Îranê, xwe bi hêzên çekdar yên wekaletê re carek din daxist qadê. Ji Yemen bigire, heta Libnanê, Sûrîyê û İraqê ev hêzên terorê yên biser Îranê ve beşdarî şer bûn. Cîh bi cîh binkeyên Emerîka, yên Hêzên Hevpeymanan ketin hedefên van hêzan. Başûrê Kurdistanê jî nesîbê xwe ji vê dijminatîya Îranê girtî ye.

Hêzên Hûsîyan yên Yemenê xeta bazirganî a cîhanê xist astek metirsîdar û heta niha bi dehan keştîyên bezirganîya cîhanê ketin bin banddora van êrîşên Hûsîyên Yemenê, ku biser Îranê ve ne.

Hizbûlla a li Îranê û Sûrîyeyê jî beşdarî van êrîşan bûne. Li İraqê jî Haşdî Şabî, bi êrîşên ser binkeyên leşkerî yên Hêzên Hevpeymanan û Emerîkayê beşdar bûye.

Ev hêz hemû di bin destê Îranê de; Îran, wek heyştpêyekê (Axdapotê) li dervê axa xwe, di nav şer de ye.

Ev hêzên ku navên wan derbas dibin, hemû yeko yeko di hedefên Îsraîlê de ne û qenaat ewe ku; heta pişta van hêzan neyê şikenandin, şer li Xezayê nayê rawestandin û derbasî dan û stendinan nabe! Ku bibe jî, wê bi destê Îranê, ev hêz nehêlin ku li ser têkilîyê Îsraîl û Felestînê tiştek erênî derkeve holê.

Îsraîlê, di nav van alozîyan de, li mala rejîma Îranê, serkirdeyê HAMASê bi sûîkastêkê kujt. Ev îşaret ew bû ji Îranê re ku; „ev tevlihevîyên we bidomin, kesek ji we ne di bin ewlehîyê de ye.“

Îşaretên hewldanên geşkirina şer hene yek ji van:

Li gorî kenala El-Hedath a Siûdî; „roja Pêncşemê, Sererkanê Artêşa Sûriyê General Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm bêyî agahdarkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed serdana Îranê kir.“

Nûçeyek din: „Rûsya rê dide Îranê ku firokexaneyên xwe yên leşkerî li Sûriyê bikar bîne.“

Dema em sebeba çûna Sererkanê Artêşa Sûriyê General Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm binirxînin; bi agahîyên yên nû ku dikevin medyayê de, emê bibînin Rûsîya bi vê İzindana firokeyên Îranê re, wê Îranê bi van firokeyan çek û teqemenîyan bikişîne Sûrîye û piştgirîya hêzên terorê bike.

Tê wateya ku Rûsîya jî beşdarî van hewlan bûye.

Îsraîl van tevger û dan û stendinan dişopîne û li kîderê bêhnek dijminane a ser Îsraîlê têkeve tevgerê, dike hedef ji xwe re.

Serkirdeyên HAMASê û Hizbûllahê di nav van dan û stendinan de ne. Ji ber wê jî yeko yeko bûne hedef ji hêzên Îsraîlê re.

Îran, Tirkîye û Sûrî, bi hev re li herêma Dêre Zorê, ku di destê Hêzên Emerîka-Hevpeymanan û HSDê (Hêzên Demodkratîk yên Sûrîyê) de ne, dest bi ceribandina tevlihevîyên mezin kirine:

Pêşî Eşîrên ereban xistin dewrê ku êsîr û girtîyên DAÎŞê bên berdan. Mercek wilo danîn ber HSDê ku; „Hûn êsîrên me bernedin, emê hêzên xwe ji nav HSDê bikişînin û we ji herêma xwe derxin. Ev dever ne yên kurdan e û emê hebûna we li vir qebûl nekin“(!)

Wek ku em dizanin ev eşîrên ereban hemû berê piştgirên Saddam bûn û piştî ku DAÎŞ derket holê, Piştgirîyek mezin dan DAÎŞê! Piştî ku dîtin wê DAÎŞ têk here, xwe bipaş de kişandin û di nav avakirina HSDê de cîh girtin ji bona ku xwe biparêzin. Aniha HSDê, li gor daxwaza van eşîran, bi hezaran şervanên DAÎŞ ku hemû qatîlin, tên berdan. Piranîyên van şervanên DAÎŞê bi BAAS a Îraqê ve ne û berê wan li Îraqê ye.

Piştî berdana van çekdaran bi çend rojan, van eşîran êrîş anî ser HSDê û Hêzên Hevpeymanan. Li pişt van êrîşan rejîma Sûrîyê, Îran û Tirkîye heye. Dixwazin li ser rewşa Sûrîyeyê gavên nû bavêjin. Helbet li pişt pîlanê van hersê dewletan jî Rûsîya heye, ku li gor daxwaza Îranê xeta hewayî a lojîstîkê ji Îranê re vedike, ev eşkere ye.

Ev 4 roje şer berdewam e. Di destê van eşîrên ereban de beşek êsîrên HSD çêbûne û van êsîran li henber HSDê bikar tînin.

Di qada navnetewî de, liser Îranê konsersûsek navnetewî neyê ava kirin û hedefa wê nebe têkbirina rejîma Îranê; ne mukûne ku pêşî li Îranê bêt girtin! Divê ev konsersûs roj berî roj di navbera yekitîya Ewrûpa, Îngîltere û Emerîkayê de bêt avakirin ku pêşî li Îranê bêt girtin.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:31

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x