Hemû dewletên misilman, hemû çepên wan, komunîstên wan, nîjadperest û îslamîstên wan, tevgerên jinan, rast û lîberal, demokratên wan, dostên Felestîn bûn. Felestîn di cîhanê de, bi îmkanên dehan dewletan û bi âlîkarîya dehan dewletan xwedî îmkanên tevdegerînek mezin bû.
Di eynî hewldanê de ev dewlet û tevger hemû, dijminên Îsraîl bûn. Dixwestin ku di tasek av de Îsraîl bifetisînin û ji holê rakin. Pişgirîya „doza Îsraîl“(!) li ser esasên dijminatîya cihûyan hatibû avakirin.
Tevgera Felestîn, li her welatê misilman û „sosyalîst“ mîna dewletê dihate pêşewazî kirin. Di hemû rêkên dîplomasîyê de û di kada herî bind de xwedî temsîl bû. Dijminê Felestîn, tenê Îsraîl bû û dostên wan pir bûn. Yê Îsraîl jî dostên wan di herêmê de tinebûn û hawîrdorê wan bi dijminan dorpêçkirî bû. Bi metodek nemirovane, Îsraîl, di Rojhilata Naverast de, bi hewlên van dewlet û hêzan di bin karantînê de bû.
Di vê demê de hawîrdorê tevgera Kurd a netewî jî dorpêçkirî bû. Di bin dorpêçek dijminane de, mahkûmê têkoşînek man û nemanê bû. Hemû rêk û îmkan li ber tevgera Kurd a netewî girtî bûn. Tevgera felestîn û hemû dewlet û rêxistinên dostên Felestîn, dijminên tevgera Kurd a netewî bûn jî.
Di nav çep û Komunîstên miletên serdest de rexne ya tevgera Felestîn, sebebê ricimandinê bû. Kesekî nikarîbû xwedî li gelê Cihû derketa û tevgera Felestîn, nîjad perest û nîjadperestîya îslama Ereban, tirkan û farisan rexne bikira. Nâvê vê jî „enternasyonalîzm“ bû.
Ev çima bi vî rengî bû?
Tevgera Felestîn bi hemû dewletên dîktator, nîjadperest û îslamîst re dost bû. „Doza Felestîn“, lîstoka destê nijadperestîya sermîyandar û dîktatorên dewletên misilman bû. İraq, Tirkîye, Îran, Sûrîye, Lîbya, Suûdî Arabistan û welatên Kendava Ereban, heta dewletên „Sosyalîst“ wek Kûba û Sovyetê, dostên tevgera Felestîn û dijminê tevgera Kurd a netewî bûn.
Tirkîye, Îran, İraq û Sûrîye, bi jenosîd, qirkirin û metodên nemirovane dihatin ser gelê Kurd. Lê pêkerên dîktatorên wek Saddam Huseyin û Atatürk li meydanên wan welatan bi serbilindî dihate pêşewazî kirin.
Helbet astenga herî mezin a li henber çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û felestîn de, ev hêz û dewlet bûn. Nîjadperestîya Îslama Ereb, Tirk û farisan bi xwe bû. „Doza Felestîn“, mîna xwefiroşekê di destê wan de, dawêtin bazarê û bi wê dijminatîya Cihûyan dikirin.
Niha Emerîka dixwaze vê lîstokê ji destê van dewlet û rêxistinan derxe.
Derdê Îslama Ereb, Tirk û Faris ne çareserî ya „pirsgirêka di navbera Îsraîl û Felestîn“ de ye.!
Berî bi çend rojan, Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemenîyê saz kirin û plana xwe ya aşitîya Rojhilata Navîn weke “peymana sedsalê”(!) binavkir û ragihandin.
Bînim bîra we ku „Peymana Lozan“ sedsalîya xwe tije dike. Gelo armanca Emerîka avakirina peymanek nû a sedsalî ye?
Donald Trump destnîşan kir ku; „plana aşitîyê 80 rûpel e û plan him ji bo alîyê Îsraîlê û him jî yê Filistînê maddeyên gelekî sûd di xwe de digire.“(!)
Serokê Emerîka D.Trump di destpêka axafitna xwe de da xuyakirin ku; „di çarçoveya plana aşitîyê ya Rojhilata Navîn de dê Orşelîm, weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin.“ û herweha anî ziman ku; „ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê“ be nîşankir.
Li gor vê „Peymana sedsale a pîlana aşitîyê“(!) ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku, „Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî“ dide ber xwe. Serokê Emerîka D.Trump dibêje; “bila Filîstînîyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.“
Bi konferansek çapemenîyê dema ev pîlanê Emerîka û Îsraîl hat eşkere kirin, Hemû dewletên misilman, tevgerên îslamîst, çepgir û komunist qîyamet rakirin. Li Parmentoya Tirkan, çepên tirkan, îslamîstên Tirkan, Nijadperestên tirkan, lîberalên tirkan û kurdên dijraberî dewletbûna kurdan, bi carekê de bûn yek û li henber vê pîlanê helwest girtin û protesto kirin.
Di nav vê protestoyê de hêzên sîyasî yên parlementoya Tirkan, yên ku îktîdar û muhalefetin, li ser mijarê bûn yek. AK Partî, CHP, HDP û İyi Partî milmilane li ser yek stratejî û helwestê mil dan hev û be belavokek hevbeş helwesta Emerîka-Îsraîl protesto kirin. Bi mebesta ku Emerîka û Îsraîl, bê ku bi wan bişêwire, çawa dewleta Felestîn îlan dikin?
Wezîrê derve yê Iraqê Mihemed Hekîm bi rêka telefonê bi wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefdî re li ser „peymana sedsale û pîlana aşitîyê“ peyivîn.
Bê ku ev pîlan bêt nirxandin û bêt fêhmkirin, serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bi tundî plan red kir û ragehand: ‘’Qudis bo firotinê nîne û ew plan sernakeve.’’
Di daxuyanîya xwe de eşkere kir ku;
„ti Felestînîyek, Erebê misilman û xwezaroyên mesîhî nikarin weha bifikirin, ku Felestîn dewletek bê Qudus ku paytextê wê be“(!)
Kurdên HDP û PKK jî dinav de û îslamîstên Kurd, di wê dema ku Emerika Orşelîm, wek paytextê Îsraîl pejirandin de, dîsa bi MHP, AK Partî û CHP re milmilane ew biryar protesto kiribûn.
HDP dibêje; „ji kurdan re dewlet hewce nake!“ Lê ji bona Felestîn pêsîra xwe diçirîne! Ev ne mejîyekî ku xizmetê ji kurdan re dike. Ev stratejîya çepgir, nîjadperest-îslamîstên tirk, Ereb û Farisan e. Esas divê di nav kurdên ku rayê didin HDP de qîyamet rabe.
Bipirsin ev çi rezalete?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.